Ramanwer û Nivîskar Muhsin Osman mêvanê Jiyana Kurmancan e
Mîvanê xelaka îro 17/4/2025 ya jiyana Kurmancan, ramanwer û nivîskar Muhsin Osman bû, ku bi xwe ji bajarê Duhokê ye li welatê Almanyayê dijî.
Mamosta Muhsin Osman di vê xelekê de behsa jiyana xwe û çawa dest bi nivîsandinê û pirtûkên ku wî nivîsandine kiriye.
Her weha bal kişand ser cihgirtina jinan bi taybetî jinên kurd di nivîsên wî de û nêrînên wî yên li ser nivîskarên kurd û nivîsên wan ên ji bo doza kurdî.
Bernameya "Jiyana kurmancan" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkeşkirin.
XELAT
