"Mizgîniya min li we"

"Mizgîniya min li we"

Nivîs: Dilawerê Zengî

ji bo hemû kurdîxwêner û hezkiriyên ziman û wêjeya kurdî re, mizgîniya min li we pênc pirtûkên nivîskar, zimanzan û helbestvanê mezin (Mela Nûriyê Hesarî) hatin çap kirin. Li kurdîxwênerên zimanê kurdî, li hemû hezkiriyên zimanê kurdî û li pirtûkxaneya kurdî hezar carî pîroz be.

Di nav nivîskarên wêjeya kurdî de, Mela Nûriyê Hesarî cihekî pir giring digire. Di nava Kurdan de, ew bi nasnavê Seydayê Pirêşan tê naskirin. Di berhem û nivîsandinên xwe de, ew nivîskarekî pir rengareng bû; berhemên wî di warê ziman, ferheng, helbest, çîrok û wergerandinê de hene.

Berhemên wî yên nû hatin çapkirin ev in:

1-Dîwana Mela Nûriyê Hesarî (3)

2-Dîwana Mela Nûriyê Hesarî (4)

3-Axlîma (Pêlên helbesta kurdî) ('Erûz)

4-Zanhaweya pêxember (Mewlûd)

5-Hostanîbêja zarhaweyên kurdî (ziman)

Li ser daxwaza malbata nivîskar Mela Nûriyê Heserî, min (4) berhemên wî ji bo çapê amade kirin. Di qûnaxa 3-4 mehan de, min karûbarê (4) pirtûkan biserî kirin. Hin ji van berheman bi tîpên erebî bûn, min veguhestin tîpên latînî û hin ji wan bi tîpên latînî bûn, min tevde derbasî kumbiyoterê kirin, sererast kirin û pêşgotin ji wan re nivîsand. Hêjayî gotinê ye ku pirtûka (Hostanîbêja zarhaweyên kurdî) ji hêla Zeynilabidîn Zinar ve hatibû amade kirin. Kurê wî Ebdulwehab ji kîsî xwe (4) pirtûk dane çap kirin, ji bilî pirtûka (5)an (Hostanîbêja zarhaweyên kurdî) ku bavê Dilo ji kîsî xwe çap kir. Ez, ji dil û can spasiya malbatê û bi taybetî spasiya kekê Ebdulwehab dikim li ser vê baweriyê.

Mafir ku rêxistin û dezgehên rewşenbîrî li berhem û pirtûkên nivîskarên mîna Mela Nûrî xwedî dernekevin û ji nîvmirinê riha nekin, divê nivîskarên xwedî wijdan bi vî karî rabin û barên hevûdû li erdê nehêlin. Bêgoman ez di kar û xebata di ber van berheman de dilşad û bextewer im û ji bo min cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ez bawer im ku Mela Nûriyê Hesarî samanek dewlemend pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kiriye. Dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî Buhişta rengîn be.

Em dê nêzîk ne dûr cih û demê rêûresma îmzekirina van berheman diyar bikin.

 

XELAT