Bi Amadebûna 450 kesayetî Konfederasyona Revenda Kurdistanê Birêvçû

Konfederasyona Revenda Kurdistan ku ji 20 federasyon û bi dehan navendan pêk tê, di 7-8 kanûna 2024an da li paytexta Almanya Berlînê di bin navê “Yekitî Serkeftin e” kongreya xwe ya 2 emîn pêk anî.
Ji seranserê dinyayê gelek mêvan û nûnerên federasyonan (nêzî 450 kes) beşdarê kongra bûn. Bi dehan welatperwar, rewşenbîr, akademsîyan, zaniyar û kasayetyên hêja ji gelek dewletên cîhanê, hewiha ji her car perceyên Kurdistanê tevlî kongrê bûn. Hebûna li nava beşdarên kongrê mirovên birêz û navdar ji bo me şanazî bû.
Kongra bi sirûda netewî û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê ve destpê bû. Piştî rêzgirtinê, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistan Dr. Îsmail Kamîl derket ser dikê û bixêrhatina mêvanan û nûnerên kongreyê kir, li ser armanc û xebata konfederasyonê axivî û spasîya xwe anî zimên. Bernamayeke gelekî baş hat lidarxistin û gotarên baş hatin pêşkêşkirin. Piştî axavtınan, koma muzîkjen û dengbêjên navdar: hunermandan Eyub Elî, Xêro Ebas, Dilniya Rezazî, Yekbûn û Hesen Şerîf, kilam û stranen xwe pêşkêşî haziran kirin.
Di roja duyemîn a kongreyê de hilbijartinên Komîta Serokatiyê pêk hatin. Gelek kes xwe wek namzetên Komîta Rêvebir pêşniyaz kirin. Hêjayî gotinê ye dawîya hilbijartinê ji her beşekî Kurdistanê û yek jî ji Kurdên Gurcistanê hatin hilbijartin di encamê de 9 endamên Komîteya Rêvebir hatin hilbijartin, yek ji wan jî Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê "Ronahî" Zaza Kalaşov bû.
Li ser daxwaza heyata Federasyona Navnetewî ya Sazîyên Kurd, diviyabû endamekî din ê ji heyeta wan bê hilbijartin. Serkirdayetiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî razî bû û Wezîr Mîrzoyêv ji Federasyona Kurd ya Navnetewî li Kazaxstanê ( ji Kurdên Sovyeta berê) ji bo Komîteya Rêvebir a Konfederasyonê hat hilbijartin. Ez ji bo zilamên me pir kêfxweş im û bi dil û can wan pîroz dikim.
Berpirsên Konfederasyona Revenda Kurdistanî diyar kirin ku armanca wan ew e ku pêwendiya kurdên cihanê û kurdên walêt û herêmên din ê Kurdistanê bihêztir bikin.
Ez spasiya organizatorên kongrê dikim, wan gelek zahmetî dîtin, ji bo organîzekirina vê çalakiyê. Her tişt di asteke bilind de û bi serkeftinek mezin derbaz bû. Gelek spas ji bo pêşwaziya germ.
Amadekirin/ Seroka radyoya weşanên kurdî li Gurcistanê, xanim Bêlla Stûrkî
XELAT