Li Qazaxistanê Kurdek Xelata "Yekîtiya Welat" werdigre
Di 23ê Cotmeha 2024an de li bajarê Astanayê bi boneya, Cejna Komara Qazaxistanê çalakiyeke bi heybet hat lidarxistin. Di wê merasîmê de Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê (Ezîzê Zîyo Bedîrxan) Xelata Ordena "Yekîtiya Welat" werdigre.
Di merasima ku hate lidarxistin tê de endam û hemfikirên Meclîsa Gelên Qazaxistanê wê rojê bi xelatên taybet hatin xelatkirin.
Bi taybetî, endamê rêvebirîya Assambleya Gelên Qazaxistanê, Serokê “Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê – “Barbang”ê, karsaz, karmendê civakê (Ezîzê Zîyo Bedirxan) bi ordena - (Yekîtiya Welat) bi biryarnameya û ji destê Serokomariyê Komara Qazaxistanê Qassym-Jomart Tokayêv hat xelatkirin.
Ordena “Yekîtiya Welat” xelata dewletê ya Komara Qazaxistanê, di sala 2023 de hate damezrandin. Ew kes layîqî xelatê dibin, ku ji bo xebateke berhemdar bi navê xurtkirina yekitiya neteweyî û dabînkirina hevgirtina civakî ye.
Kurdên Qazaxistanê bi dilgermî pîrozbahiyê li Ezîzê Zîyo Bedirxan dikin ku hatiye xelatkirin û jê re saxlemî, bextewarî zêdetir di çalakiyên wî de ji bo pêşkeftin û bextewariya gel û welat dixwaze.
XELAT/ Komela Berbang