Wargehê Resen Yê Dara Zeytûnê

Wargehê Resen Yê Dara Zeytûnê

Nivîs: Muhemed Şerîf Cilînî

Tê bawer kirin ku dîroka vê darê vedigere serdemên di navbera salên (5000 – 6000) berî zayînê, ku ev dar li deverên bakur- roavayê Sûriya îroyî ye (devera Çiyayê Kurmênc, ango devera Efrînê), her wiha li başûrê Kafkasiya, çiyayên nevbera herdu çeman (Ferat û Dicle), ango xakîngariya Kurdistanê, hatiye dîtin, û ji van deveran belavbûye ber bi Asya biçûk ve, weke di lêkolîn û lêgerîneke berfireh ya  zanyar (Daniel Zahari), diyar dibe ku wargehê resen, devera rohilatî derya navîn e, bi taybetî devera di navbera Edana li Tirkiya îroyî û bakur-roavayê Sûriya ango devera Efrînê.                  

Birek (Tîmek) navneteweyî pêk dihat ji pisporên (karedarên) daneyên genetîkî, şoperên dîroka molekulî (gerdêlî), tomarkerên vekolîngeha, û nimûnên bagurdanê (keş an avhewa) ji bo diyarkirina jîngeh û wargehê resen yê dara zeytûnê, hatibû damezirandin, biryarnama vê birê di kovara (Proceeding of the Royal Society  Biyolojîkî) de hatibû weşandin, û hem jî hev-nivîskarê lêkolînê Guillaume Bernard ji Navenda Niştimanî ya Lêkolînên Zanistî ya Firansî nivîsandibû, encamên lêkolînê nîşan didin, ku devera kurdî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, (ew xaka bi navê Kurdistanê tê naskirin) ji wê deverê dara zeytûnê belav bûye, bi awayê berevajiyê tewerên (mîlên) demjimêrê, ber bi rohilatê derya navîn û Qibrisê ve, û ber bi roavayê Tirkiye,Yewnanîstan, Îtalya û Spanyayê ve şan be şanî berfireh bûna şaristaniyê, dan û standinên bazirganî, li ser vê yekê piraniya lêkolîneran hevbîrin, ku dara zeytûnê ji rohilatî derya navîn şîn û xuya bûye, bi taybetî li gorî xêza aşopî ya ji başûrê Kurdistanê dest pê dike, ber bi başûr roavay kurdistanê ve dere, heta digihê devera Efrînê û kendava Iskenderûnê, ji wir ve ev xêz dizîvire ber bi başûrê Sûriyê, Libnanê, Filistînê (Ȋsra’îl), berûberê  perava rohilatî derya navîn ve diçe, ev jî nîşan dide ku jêdera pêşîn ya vê darê xakîngariya Kurdistanê ye, bi taybetî li rêzên çiyayên Toros û Zagros şîn bûye.

Fenîkiyên (Phoenicians) nişteciyên kevnar li perava rohilatî derya navîn, dara zeytûnê derbasî bakurê Afrîkayê kiribûn, û Kertaciyan ji Tûnisa îroyî, dara Zeytûnê derbabsî Spaniya, Îtalya û başûrê Fransa kiribûn, di sedsala şanzdehan de berî zayînê, Fenîkiyan dest bi belavkirina dara zeytûnê li giravên Yewnanistanê kirin û piştre di navbera sedsalên çardeh û duwanzdeh berî zayînê de, derbasî axa Yewnanistanê kirin, di sedsala çaran berî zayînê de dema ku Solon biryarên bi rêkûpêk kirina çandina darên zeytûna derxist, darê girîngiyek mezin bi dest xist, dûv re Romanan çandiniya darê li seranserî bakurê Ȋtalya berfireh kirin, nivîskarê Romanî "Penestrello" dibêje ku yekem dara zeytûnê di dema desthilat dariya "Lucius Tarquinius Priscus yê mezin (616 – 578) B.Z. de hatiye Îtalya. Çandiniya dara zeytûna li dora sala1050 berî zayînê ji aliyê Fenîkiyan ve hatiye Spanyayê, lê vedîtinên kevnşopî li Spanyayê, diyar dikin ku herî kevntrîn şopa darê li Spanya vedigere (5000) sal, li gundê (Kersil) li herêma Almeria hatiye dîtin.

Hin lêkolîn û lêgerînên kevnşopî, û xak-nasî (geology) pêk hatibûn li devera Ȋbla li başûrê Idlibê li Sûriya îroyî, nîşan didin ku berî (6000) sal, darên zeytûna li wê deverê hebûn e, û daniştên Libên helalekên kulîlkên dara zeytûnê hatibûn vedîtin, bi kolandinên li deverê pêk hatibûn, û tepikên an depikên kevirî dane nîşan kirin, herî kevntirîn pêvendiyên bazirganiyê di navbera Ȋbla û Îtalya de, dema ku bêhtirî ji kûpekî zeytê lê hate vedîtin, ew kûpên ku li Îtalya hatibûn çêkirin, li bendera Brindisi û peyva (Brindisi) li ser kûpên vedîtî mohirkirî bûn.

Kevntirîn mohr û belgeyên nivîsandî, derbarî dara zeytûna de, di pirtûkxana Ȋbla de hatine dîtin, yên weke belgeyên fermî ne, derbarî darên zeytûna û hilberîna zeytê de, derxên (erşîvên) Şahaniya Ȋbla  nîşan didin ku malbata Şah û derdorên malbatê, xwediyên (4000) kûpên zeytê bûn, û (6000) kûpên din jî yên gel bûn, heger em girîmankin ku her kûpek têra dagirtina (60 Kg) zeyt bike, di wê demê de tevahiya tibaba zeyta embarkirî nêzî (700) ton zeyt bû, ev jî nîşan dide ku pîşesazî û bazirganiya zeyta zeytûna li pêşiya çalakiyên berweriyê (aboriyê) bû.

Zeytûn bi awayê bazirganî li girava Girîtê di derdora (5,000) sal berê, hatibû bikaranîn, her weha jî, vedîtinên kevnşopî, li bêhtirî ji yek şûnwarên kevneşop, li devera Girava (Cezîra) Sûrî (devera Hisîça), nîşan dane derbarî hebûna guvaşgehên kevnar, ku nîşana hebûnd darên zeytûna li deverê, li Girê Taban, Girê Tinênîr.. hwd.

Di sala (1560) de, dagîrkerên Span dara zeytûnê veguheztin cîhana nû, û çandiniya darê li Pîro û Çîlî li Emerîka başûr geş bûbû, û derxikên (şitlên)  zeytûnan yên pêşîn ji Spanyayê veguheztin Lîma, paytexta niha ya Pîro yê, û Antonio de Rivera çandibû, û bi lez çandiniya wê li geliyên ziwa yên berûberê peravên Derya Pasîfîkê li Emerîka başûr belav bûbû, ji ber keşa deverê mîna keşa derya navîn e, Spaniyan dara zeytûnê di sedsala hîjdehan de birin Kalîforniya li Emerika bakur, ku şandeya (San Diego De Alcala) yekem car dar çandibû di sala 1769 de, û paşê çandiniya wê li seranserî herêmê belav bûbû, di sala (1795) de, paş re ji sala 1860 û pê ve bû karsaziyeke bazirganî pir serketî.

Li Japonya, yekem çandiniya serkeftî ya darên zeytûna di sala 1908’an de li girava Shodo, ya bûbû dergûşa çandiniya dara zeytûnê li Japonya pêk hatibû

Hejmara darên Zeytûnên berdar û ne berdar, li sernserî cîhanê, li der dora (865) milyon dar hene, li gor hejimartinên sala 2005 an, û piraniya van daran li welatên derdora derya navîn in.

Hejmara darên zeytûna li Kurdistanê ne kêmî (74-75) milyon dar heye, bi rêja (8.6 %) ji darên li cihanê.

Darên Zeytûna li xakîngariya Kurdistanê           

Li Kurdistanê hejmara darên zeytûna, ji ber bê dewletbûn û tune bûna belgeyên fermî, û min ev hejmar ji belegeyên rijêmên dagîrker wergirtiye.

1 - Bakurê Kurdistanê:                              

 çandiniya daren zeytûna li deh parêzgehȇn kurdistanî li bakurî Kurdistanê belav dibe, û hejmara li derdora (45,858,619) darin, bi rêjeya (23,85) % ji tevaya darên ku li Tirkiya îroyî hatine çandin, yên dighên (192,283,221) dar.

2-  Başûr Rojavayê Kurdistanê (Sûriye):

Li devera Efrînê-çiyayê kurmȇnc, wargehê resen yê darê, nêzî (20) milyon dar hene, û li deverên: Ezazê, Kobaniyê û gundên kurdan li devera rohilatî Helebê: Sifîrê. Babê, Minbicê û Cerablus (Girgamêş), nêzî (3) milyon dar hene, bi giştî nêzî (23) milyon dar in.                                     

3- Başûrê Kurdistanê:

Li Herêma Federal li Başûrê Kurdistanê ji bo çandina darên zeytûna, tevgereke çalak heye, û li gorî jêderên ferweriya herêmê niha hejmara darên zeytûna gihiştiye (5-6) milyon dar, û (7) guvaşkên nûjen hatine avakirin, yek ji wan li Hewlerê (paytext) ye, û ya din jî li Helepçe hatine avakirin.                                                                                

4- Rohilatî Kurdistanê (Îran):                         

Mixabin tevî lêgerîn û lêkolînê, çi di tora Înternetê, û çi jî bi pêvendiyên min, bi çend hogirên li ser torên civakî yê, min nikarîbû hejmara darên zeytûna li rohilatî kurdistanê zanbim, lê bicî ewê hebin, nemaze li deverên sînordarên parêzgeha Helebçe li başûrê Kurdistanê.

Giringiya dara zeytûnê li Kurdistana mezin:

Li gorî pêş ve hatiye diyarkirin, hejmara darên zeytûna li sê perçên Kurdistanê nêzî (74-75) milyon dar hene, bi rêja (8.60 %) ji rêja tevahiya hejmara darên li cihanê.

Ger em girîman bikin, ku her darek di salê de, (20) kg zeytûn bide, ewê hilberîna Kurdistanê ji zeytûna nêzî (1.5) milyon ton be. û girîman bikin ku (10%) ji vê hilebrînê ango (150,000) ton, ewê bêne pilpixandinê (kesidandin), û amade kirina zeytûnên bergeşê (sifrê) ji bo xwarinê, yên mayî (1,350,000) ton zeytûn ji bo guvaştinê û derkişandina zeyta nûber be, bi berhema guvaştinê nêzî (20 %) be, ewê hilberîna zeytê nêzî (270.000) ton, di salê de be, û ya bêrînê (600.000) ton be, ev bêrîn têra damezirandin û avakirina (34) kargehên derkişandina zeyta bêrînê, bi şiyana her kargehekê (100 ton) bêrîn di rojê de, ango (18,000 ton) bêrîn di salê de ji bo her kargehekȇ, ev bêrîn ger em girîman bikin ku zeyta tê de maye li der dora (5%) ye, ne kêmî (30,000) ton zeyt, ewȇ jȇ bȇte derkişndin, ji vê zeytê li der dora (38,000) ton Sabûna zeyta zeytûna bi dest bikeve.

Li gor vê yekê diyar dibe, ku dara zeytûnê û berhemên wê, ji bilî Petrolê, Gaza xwezayî, û kanên (mînîral) bin xakê de, tena mîna genim ,ceh ...hwd,  yek ji samanên herî giringin yên kurdistatanê ye.

XELAT