Nasnameya kurdî di bin sîbera erebîkirina civaka kurdî de li Rojavaya Kurdistanê!
Nivîs: Abdulqadir Hourî
Îro min vîdyoyek li ser malperên sosyal medya hatibû weşandin, temaşe kir . Di vîdyoya navborî de Komeke gencan ji keç û lawan bi cilûbergên derçûyîniya zanîngeha Helebê şahiya xwe nîşan didin . Di wê vîdyoyê de tê gotin ew genc ji xelkên Efrînê ne !!!! û em giş dizanin herêma Efrînê "dilê Kurdistanê "ye -ango hemû Niştecîyên wê herêmê kurd in û bi kurdî diaxivin .
Gencên me şahiya xwe bi "hevalokeke Heleb î "ango hevalokeke erebî di vîdyoya xwe de stran dikirin! . Kurdên E’frînê bi hevlokên xwe yên li dewatan de tên gotin, nasdar in .
Dê çawa mirovê biyan yan xerîb zanibe ,ew genc kurd in ?. Wan hîç nîşaneke e'frînî yan jî kurdî di vîdyoya xwe de nîşan nedan ?
Min rexneya xwe li ser vîdyoya weşankirî kir û min got ku bi texmîna min ew genc ne kurd in , lê belê ew ji erebên Helebê ne () . Bersiva rexneya min di cih de hat û dibêje sedema dûrbûna wan gencan ji kurdî ku wan bi kurdî nexwendiye û tewawê xwendina wan bi zimanê erebî bûye .
Rast e . Rêjîmên desthilata Sûriyeyê bi saya derbeyên leşkerî kursiyên desthilatê girtibûn û girtine siyaseta erebîkirinê li ser Kurdan bi plan meşandin û dimeşînin. Wan rêjîman zimanê erebî weke zimanekî qederdar li ser me çespandiye ku kurd nikarin hestên xwe bi kurdî belav bikin, yan jî bi kurdî bixwînin . Tenê li ber kurdan riyek hîştibûn ku kurd li malên xwe bi kurdî biaxivin ! . Rêjîmên navborî li benda mirina hêdî -hêdî ya kurdî ma bûn . Ger lêkolînvan li ser reqmên kurd ji roja dewleta Sûriye’yê li sala 1920-an ava bûbû beramber reqemên îro binêre dê tiştekî balkêş bibîne . Asta kesên ku wekî kurd xwe dihejmartin roj bi roj kêm dibin . Bi sedan ger em nebêjin bihezaran malbatên kurd di bin nîrên asîmîlasyonê wendabûn . Ew ji civak kurd derketin û tevlî rêzêa civaka ereb li Sûriyeyê bûn , tevî ku Sûriyeyê welatê kurd û ereban e !
Baş e . Ma çima wan gencan Jibilî "hevaloka Heleb" î nikaribûn çend peyv ji straneke Adnan Dilbirin - bo nimûne - weke strana "Efrîn hat bi xum û xweş e " bixwendina heta ku mirov zanibe ew ji Efrînê ne ? . Gelo . Ma wan gencan ew stran nizanibû ?
Lê ,li ba kurdên "Rojava"qedera bikaranîna erebî weke qedera dawîn li ser wan hatiye danîn û ew nikarin taybetmendiyên kurdîtiya xwe di civaka Sûriyeyê de nîşan bidin. kurdeyetî yan Kurdbûniya ku em bi erebî binîvisin û bi xwînin û hemû beşên jiyana me yên kulturî , û hunerî bi erebî bin , û em bi tenê ew xwe weke kurd xwe bidin nişandan tiştekî etnîkîperestî , ne kurdperwerî ye . Ango kurdîtiya me li ser asta "Xwînê "hatiye hûnandin û ne li ser asta netew hatiye meydanê .
Ev şêwe ji kurdbûnê dê weke Fînîqiyên Libnan î , Kenāniyên Filistînî , yan Kiptiyên Misrî bibe . Koka wan gelên min navê wan gotine ne ereb in , lê neviyên wan niha weke beşekî resen ji ereban xwe ji xelkê re nas dikin . Dema ez vê xalê nîşan didim wateya min ez dixwazim bêjim ku ez ne dijî gel û netewên dîtir yên cîhanê me dibim , lê ez weke mirovekî sîvîl ê kurd dixwazim rola netewa min li asta cîhanê de weke netewên dîtir hebe ku kurd bi rola xwe ya asan bo avakirina vê diniyayê hebe .
Eger kurd û tevgera kurdî li "Rojavayê Kurdistanê " li ser va riya sistok û xemsar derbarê zimanê kurdî û berzbûna taybetmendiya kurdî di çarçova Sûriyeyê wilo be, dê riya wan weke Fînîqiyên kevin bin . kurdîtîtiyê min wêneya wê ya ku min ji we re kişandbû, ez dikarim wê ,wilo ,bi nav dikim :
- Berê ew kurd bûn , lê ew niha Ereb in, lê mirov dikare navê êl û eşîreta wan Eşîrêt el Ekrad = bi nav bike !!!! .
Çima navê êl û eşîreta wan el Akrad e ? . Pirs wilo ye : Hemû cureyên jiyana wan ya rojane ne bi kurdî ne , lê dema behsa kurd bi xirabî tê kirin , xwîn di nav dil û cegerên wan de bo berevaniya navê “el Akrad” dikele . Ev şêwe jiyanê weke nexweşiyeke derûnî tê bi nav kirin !
Li dawiyê em ê vegerin ser vîdyoya navborî û derçûyên Zanîngeha Heleb’ê bin . Koka wan gencan ,çi be bila bibe, kes nikare keda û xebata wan salane bo xwendinê kiribûm encamên xwe dan û qezenc kirin . Spasiyeke dilanê ji wan re difrînim .

30 xwendekarên Kurd yên herêma Efrînê ku îsal bawernameya pizîşkiyê wergirtine ji zanîngeha Helebê...
XELAT
