Kok Yek e !
Nivîskar û Helbestvan: Mihemedê Cezawîr (Hemkoçer)
Jiyan bi heyîn û neyîna xwe, bi erênî û neyîniyê, qencî û neqenciyê, ne durişmek ji tek rengekî ye, mirov hilde û bi wê hildanê mebest û armanca xwe bo tevayî mirovan diyar bike.
Di va jiyana fît-fereh de, ku mirovên reng-rengî tê de debara xwe dikin û liv û xebata xwe, her yek bi terzekî derbas dike de, helbet têvel û pirreng e, ne kê çi kir, tê wateyekê! Li ba her kesekî zagûn, yasa, rindî, rastî ne awayek e!
Kes in hene rastiya xwe ya herî rast, nerastî ye!! Û her wiha kes in hene kêfa wan ji tiştên bi ziyan tê! Perwerdeyên ku însan li ser mezin dibe, ne tim li ser bingehek wek hev hatine damezirandinê, li nav her civakekê, di nav her miletekî de, bo her deverekê û derekê çandek xwe cudatir heye, weku bi her kesekî xwarinek navdar heye, cil û bergên taybet hene, baw û rêzik ên xweser hene, her wiha armanc û daxwaz û hest û nêrîn û pîvana mirovan jî wilo ye, em carinan kesinan bi tiştinan tawanbar dikin û li dij helwestên wan û karên ew dikin, em derdikevin, lê dema wan bi dengkirin bide, derdikeve, ew bi erkek xwe pîroz û kamêran radibe!
Ev tê wateya ku çemk û bazên mirovantiyê ne li cem her mirovekî yekşêweyî ye. Tevî ku em nikarin bi xwe bawer bikin ku çawa kesek bi kuştina kesekî şa ye û serkeftî ye, lê em di eynî demê de nikarin wî kujerî bidin bawerkirina ku ew kar gunehkarî ye, merem ku li ba wî erk û armanc û tolhildam û serkeftin û felatbûna ji aloziya mezin e, herwekû di navbera du miletan de şerek diqewime û herdu bi kuştiyên xwe re dibêjin: gurdîcan (şehîd) û bo yê din dinêjin: dijmin!
Di nav nakokiyên ku mirov tê de jiyana xwe berdewam dikin de, dem û serdem derbas dibin û bi vî awayî dîrok dirêj bûye.
Helbet zanyar û feylesofan gellekî xwe westandina di derbara danîn û vekolandina hîn û zanîna girêdayî mirovantiyê, û bi sedan kesan û hezaran salan ev xiroşpiroşa mêjî şopandine û ketin nav şax û delavên van pirsgirêkên bê ser û bin, û her kesayetiyek ji wan bû dergehek ji têgihîştin û zanista bêningeh û bê ser û bin, lê tevî wê jî û li gor pêşketina miletan avakiriye di gelek waran de, ta niga ev nakokî û nelihevkirinên ku mirovan ji hev dibijiqîne hêj berdewam in.
Ca ya ku ji meriv tête xwestin û divêt li ser kar bike, tevî hindik gerek lixwe derewan neke û xwe bi rindiya xwe pêşkêş bike, ne bi şermiya xwe û şer û lêdan û sextetî û derewkariyê.
Û bi kurtayî..
Erê me her yekî rengek e, dengek e, nêrîn û hest û daxwazek e, lê em jî bî nekin, ji aliyekî din ve jî, em tev bi goşt û laş û gewde û xwîn û xew û xwarinê wek hev in na belê em giş yek in. Heger li ser esasa çêroka Olan be, em tev ji Adam û Hewayê ne û na na ger li ser bîrdoza zanistê be, em hemî ji xurstekê peyda bûne, lew ji me tête xwestin û erk û pêwîst e, em koka heyîna xwe nekin paş perdeyên berjewendiyek demkî, jiber ku çiqas şiqinên darê hene, çiqas ber dide, sal bi sal tête guhartin, lê tamar û rîçal û kok yek e.
Wêne: sala 1987 ê keleha Semaanê (sen Sîman).
XELAT