Kerkûk bi nermî ji dorpêçê derbas dibe
Nivîs: Stran Ebdulah
Demokrasî feqîr û qels e, lê hêza manewî ew qas xurt û hevgirtiye ku komplo û stemkarî pê nikarin. Li ser Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK'ê barekî herêmayetî ya pir-dorveger heye, lê ji ber ku bi kêmanî demokrasî li vî welatî maye û henase dide, bi sed zivirîn û zivirînokan biser nakevin.
Pênc kursiyên ku baweriya gel li pişte, mîna çiyayan asê mane û dev jê bernadin. Niha jî hene ku dibêjin xwezî zêdetir bûya, xwezî wisa bûya, lê ya ku heye jî her baş e û ya yekeme eger em başiyê bixin tevgerê.
Helbet demokrasiya YNKê nerm û niyan û vekirî ye, li ser terz û baweriya vekirî ya Mam Celal e. Ji beşdarî û beşdarîkirinê û beşdarî pê kirinê hez dikir. Ji ber vê yekê ew nikarin tu bihaneyan lê bibînin. Mîna kelha derdora wê avadane û serê wê jî bilind e. Lîstik hîna maye, komplo pir aliye û nûnerê milet jî, ku hizba Keske, dev jê bernedaye û pêwîst jî nake ku dev jê berde.
Demokrasî wisa ye, feqîr û belengaze û kurmance, lê heybet û kod û nepeniya hêz û hevgirtinê her eve ye: Xwedê koda nihênî di belengazên xwe de veşartiye.
XELAT