Ji arşîva wêjeya cenosîdê – Tomara qetlîaman

Ji arşîva wêjeya cenosîdê – Tomara qetlîaman

Nivîsîn: Stran Abdulah

Navûnîşan û kereste cudane, lê belê niyet û derencamên wê her yekin ew jî kuştina Kurd û kuştina însan û qirkirina wane wek Amûrek ji bo marjînalkirina siyasî û paqijkirina nijada mirov.

Ji Komkujiya Mukriyan heta Komkujiya Dêrsimê heta ya Helebçe, Enfal û Şengal dîrokên wan cuda ne, hincet gelekin û dijmin jî bi nasnameyên cuda êrîşên xwe pêkanîne. Lê kiryar yek tişte: Tinekirina ji xema berxwedanê û jinavbirina tovên Kurdan, da ku tovên din li ser axa Kurdistanê şîn bibin û nijadeke din serwer be.

Xelk û xaka Kurdistanê ewqas di nava hevûdu dane eger xelkê Kurdistanê were qirkirin û xaka Kurdistanê jî were şewitandin jî, hîna ev peywendiya ku heye li kuderê were qetandin li wir jî bi heve tê girêdan.

Çîroka jiyanê li Kurdistanê dewlemendtirîne, heyf (Ehmedê Xanî nemaye ku çîroka vê eşqê darijînê), dahênana Kurd yan bêhna xwe tenge, yan jî xwe ji bo îlhamekî din xwe amade kiriye taku vê hevrikiya veşartî ya di navbera kurdbûna vê xakê û jiyandostiya vî gelî binivîse.

Di salên 30`an de ya sedsala bîstan bi mizgîniya cîbicîkirina bingehên şaristaniyetê, Kurdên "çiyayên" Dêrsimê hatine qirkirin. Basîl Nîkîtîn di pirtûka xwe ya bi navê (Kurd) ev hinceta kuştinê ya pûç û vala şermezar dike ku kirine hinceta mirov kuştinê, (Şaristanî) weku kulehan xistina serê rojnameyên welatên Rojava daku destxweşiyê li Kemalîstên modern bikin ji ber ku karek li dijî Dêrsimiyan kirine.

Dêrsimî Kurdên Elewî bûn û Kemalîstan jî qaşo ji wan sekuler xwazan bûn piştî 50 salan ji sepandina (modernîteyê) jî înca serokerkanekî artêşa xwe red kirin tenê ji ber ku elewî bûye û li gel mercên dilsoziya bo (Suneyetiyê) û (Turkayetiyê) û sekulerî) ya wan de nedigunca.

Li dawiya sedsala 20`an de, Baasiyan Helebçe şewitandin û "Enfal" di bin navê sûreteke Quranê de pêk anîn li seranserê Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona qirkirina Kurdan û Kurmancan kirin, hinceta wan jî bo wê yekê erebîzim  û Baasîzim û sosyalîzma Sedamî bû. Bi navê Enfalê mizgeft şewitandin û bi navê bajarên hemdem Kurdên çeleng bi darê zorê hilberînên wan di kampên zordestî de pêçandin. (Helebce)ya diyariya Xwedê kîmyabaran kirin û (Helebçeyek Sedamî) avakirin û weke kumê şaristaniyetê xistine serê nûçegîhanên medyaya cîhanî ya wê demê.

Wekî ku ev hemû qetlîam bes nînin, li deheya duyem ya vê sedsalê jî Şengalê dikine şanoya qirkirineke din, vê carê jî bi hinceta Êzdatiyê û Kurdayetiyê xelk tê qirkirin, Mesîhî derbeder dibin û  Êzdiyan bi darê zorê dikin sune mezheb û jinên serbilind û bi rumet jî dibine xwarina ferhenga sebî û talanfiroşiyê.

Carek din Kurd dibine nêçîra DAIŞ û xwarina medyayên bi kîn û nefret ya cîhanê ku xema wan çîrokên bakêştirin û xema wan her çawa be baştire ji xemsariya çîranên me yên musliman û serdestên bê rihm yên sedsala bîstan û li me tehlkirin û mebesta wan ev sedsalê jî bo Kurd û ji bo mirovatiyê nebe.

Mîna ku ev hemû komkujî ji qirkirina Ermeniyan, ta Holokostê, ta cenosîda li Bosnayê û Rwanda û Darfor û Kurdistanê ne besin, hîna ejdîhayê îdylojiya hovane daxwaza xwîna zêdetir dike. Hîtler jî di behsa wê yekê de gotibû: Qirkirina Ermeniyan di bîra kê de maye taku behsa ya bi serê Cuhiyan de hatî bike?.

Hincet cuda ne, amûrên tunekirinê jî gelek in, ji ocaxên gazê bigire heta bi sêvên kîmyawî rêj, ji kêra sunetiyê ya zordestî ta serbirîn û serjêkirinê, li Kurdistanê heta bi hemû cîhanê cenosîd bo wê yekê tê kirin dunyaya tawanbaran (paqij û bêgerd û temîz bêt) mîna ew kesê di xema nexweşiya xwe de ye û  wek ewê xwazaya hemerengiya ser erdê red dikê ye.

20/8/2014

 Sekoya Kurmancî