Du nameyên Mam Celal ji bo hevalê xwe Seyîd Ezîz Şemzînî ên nehatine weşandin
Du nameyên Mam Celal ji bo hevalê xwe Seyîd Ezîz Şemzînî ên nehatine weşandin
Her tişt li ser dostaniya rastîn a di navbera Talebanî û Şemzînî de

Nivîskar: Merîwan Mesûd
Dema ku min du nameyên Serok Rewanşad (Mam Celal Talebanî) dîtin ku min berê di tu rojname an kovarekê de nedîtibûn, ji bo Rewanşad û şehîdê terorê (Seyîd Ezîz Şemzînî an (Dr. Ezîz Şemzînî) ku wî di navîna salên 1960an de nivîsandibûn.
Berî ku naverok û armanca nivîsandina her du nameyan analîz bikim, ez difikirim ku rexnekirina lêkolîner, dîroknas, rojnamevan û nivîskaran bi giştî guncaw e, ku gunehe ji bo tekoşerekî mezin yê wekî Seyîd Ezîz Şemzînî, neviyê Şêx Ubeydullah Nehrî, ku çend caran endamê serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) bû û li her çar beşên Kurdistanê tekoşerekî rastîn bû, ku ji bo vî bejinbilindê kurd kêmtirîn peyv û nivîs hatine nivîsandin.
Her çiqas min berê gotarek berfireh li ser xebat û têkoşîn û nêrîn û heta kuştina wî nivîsandibe û di rojnameya Kurdistan Nwê de weşandibe jî,cihê mixabin,iyê ye dema ku min li Google-ê li navê Seyîd Ezîz Şemzînî geriya, tenê gotara min û biyografiyek qelis li ser Wîkîpediya da min. Mixabin, me ev hemû lêkolîner, akademîsyen û dîroknas hene ku nehatiye pîra wan têkoşerek ewqas mezin heya heta ku master nameyek yan jî doktorayek li ser jiyan, têkoşîn, berhem û têkoşîna wî heya terorkirina wî amade bikin, bi rastî pirsek û hêjayî baldariyê ye!.
Dostê rastgo yê Mam Celal Talebanî
Seyîd Ezîz Şemzînî, ku ji kongreya pêncemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) ve hevalekî nêzîk û pêbawer ê Serok Mam Celal bû,
Her du jî bûn endamên rêveberiya PDK-ê, ku piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an hate lidarxistin, ku wê demê xwedê jê razî Mela Mistefa Barzanî serok û mamosta Îbrahîm Ehmed sekreterê PDKê bûn.
Lêbelê, ji ber ku (Mam Celal Talebanî û Seyîd Ezîz Şemzînî û Nûrî Ehmed Taha) efserên artêşa Êraqê bûn, navên wan wekî endamên rêveberiya PDKê nehatin eşkerekirin, ji ber ku li gorî qanûna wê demê ya Êraqê, destûr nedihat dayîn ku efser û pileya leşkerî bibin endamên ti partî an rêxistineke siyasî.
Hevalînî û dostaniya di navbera her du kesan de (Talebanî û Şemzînî) roj bi roj xurtir dibû. Piştî kongreya pêncemîn a PDKê, di sala 1963an de, li Êraqê darbeyek çêbû û Ebdulselam Arif û Baasî hatin ser desthilatê ev yek jî bû sedem ku serkirdayetiya kurd xwe binirxîne.
Ji ber vê yekê, biryar da ku kongreya xwe ya şeşemîn li dar bixe, lê ji ber nakokiyên di navbera baskê Mela Mistefa û hin ji serkirdayetiya Partiyê de hebûn ku mamosta (Îbrahîm Ehmed û Mam Celal) rêbertiya wê dikirin ku cara dawî baskê Mela Mistefa Barzanî di Tîrmeha 1964an de, kongreyek li dar xistin û 14 endamên rêveberiya partiyê ji partiyê derxistin. Ku ew jî: (Îbrahîm Ehmed, Mam Celal Talebanî), Seyîd Ezîz Şemzînî, Omer Debabe, Hîlmî Elî Şerîf, Elî Eskerî, Nûrî Şaweys û Mela Mator, û ….. hin yên din.)
Ev biryara kongreya baskê Mela Mistefa Barzanî zêdetir (Seyîd Ezîz Şemzînî û Mam Celal) nêzîkî hev kirin, nemaze ji ber ku baskê yekem jêre Melayî û baskê duyem jî Celalî dihat gotinê

Nameya yekem
Nameyeke hevaltiya rastîn
Nameya yekem, ku Mam Celal di 22/5/1967an de ji Seyîd Ezîzî re şandiye, destpêkê weha nivîsiye: ( Mamostayê xweşewîst û birêz
Hemû demên we baş!
Di vê navberê de, min çend weşan û name ji we re şandine. Ez hêvî dikim ku we ew wergirtine. Ez ê bi vê nameyê re çend weşanên nû ji we re dişînim. kak (Debabe) li vir e. Ew beşdarî konferansa me bûye. Dibe ku wî ji we re name nivîsandibe. Ew hîn ne li vir e. Ez ê jêre bibêjim ku dema ku ew hate Berlînê hûrguliyên pêwîst ji we re binivîse.”
Bê guman, Mam Celal mebesta Birêz Debabe, Rewanşad (Omer Debabe) bûye, ku ew jî endamê koma ku bi navê Celalî dihatin naskirin bû.
Di paragrafa dawî ya nameya xwe ya kurt de, Mam Celal dinivîse: "Bê guman hûn deng û besên welêt dizanin, ango guhertinên wezîran û hwd.
Ez hêvî dikim ku hûn dîsa kêfxweş bin û ez gelek silavan li bavê we dikim û ez hêvî dikim ku tenduristiya wî baş be).
Li gorî nameyê û nameya duyem jî be, Mam Celal û Seyîd Ezîz bi berdewamî ji hev re name nivîsandine, da ku rewşa Kurdistan û Êraqê, pêşketin û nerînên xwe ji hev re bibêjin.

Nameya duyemîn
Nameya duyemîn di 11/6/1967an de, tenê 19 roj piştî nameya yekem, ku xuya ye Seyid Ezîz Şamzînî jî tê de ye, ji Seyid Ezîz re hatiye şandin.
Wî di 31/5an de nameyek ji Mam Celal re şandiye, ji ber vê yekê Mam Celal di destpêka nameyê de dinivîse:
(Hevalê hêja kak Seyid
Silavekî germ yê tekoşanê!
Ez pir bi germî silavan li we dikim û hêvî dikim ku hûn xweşiyê de bin. Min ev nameya ku we nivîsandiye di 31/5an de wergirt, spas dikim. Em ê ji bo kak (Nacî) emê hemû hewlekê bidin, lê rastî ji bo îsal dê pir zehmet be, belgeyên wî li cem me ne di her derfetek ku çêbibe emê pêşkêş bikin, ka em bibînin ka ew çawa dibe. kak Debaba li van deran bû, ew ev demeke vegeriyaye, ez nizanim wî name ji we re nivîsî yan na.)
Dûvre Mam Celal behsa weşandina rojnameyên (El-Taaxî) û (El-Nur) ji bo Seyid Ezîz re dike, ku eşkere ye ku di wî demî de (El-taaxî) zimanhalê Melayiyan e û (El-Nûr) jî ya Celalîyan e, ji bo yekê dinivîse: (Diyare hûn ji deng û behsên welat agahdarin, li ba me jî hîna tiştekî nû tune ye. Melayiyan li Bexdadê (El-Taaxî / Biratî) bi serpereştiya (Yusif Eqrawî) derdixin. Biryar jî (El-Nur-Ronakayî) ya me jî derkeve, lê heya niha negihêştiye destê me.) Piştre, Mam Celal li ser Kongreya 12emîn a PDKê ji Seyîd Ezîz Şemzînî re dinivîsîne û dibêje:
(Kongreya 12emîn dê di Tebaxê de di navbera 15 û 25ê Tebaxê de were lidarxistin, vaye min rêziknameya navxweyî ji tere şandiyedigel belavoka dawî ya konferansê. Ez ê tiştên berê hêdî hêdî ji we re bişînim, ji ber ku xuyaye ku hemî li ser hev naghê we. Ji kerema xwe dema ku ew digihîjin we min agahdar bikin da ku ez bikarim wan hêdî hêdî ji we re bişînim).
Paşê, di berdewamiya nameya xwe de, Mam Celal Talabanî li ser hin heval û dostên xwe dipirse û dibêje: "Ez nizanim Emîr çi dike çima qet dengê û behsên wî tune ye. Niha ji kurdên me kî li Îranê maye? Ji kerema xwe ji min re binivîse. (Rojbeyanî) niha çi dike? Melayetî niha di nav Kurdên Îranê de di şi astê de ye? Helwesta hikûmet û rojnameyan çawa ye? Ez hêvî dikim ku hûn van wekî bersiv ji min re binivîsin.
Ez hêvî dikim ku tenduristiya bavê we heta niha baştir bûye, ez gelek silavan lê dikim û halê wî dipirsim.)
Di dawiya nameyê de, Mam Celal tinazê xwe bi serokên Ereban dike, yên ku tevî têkçûnên xwe jî, ku hîna dev ji gotinên xwe yên mezin nayên xwarê û weha dinivîse:
Xuyaye di rojên borî de guhê we li deng û behsên (qehremantiya) Ereban bû? Ya ecêb ew e ku wan hîna dev ji axaftinên xwe yên pozbilindiyê bernedaye? Bi Xwedê, ew bêşerm in.
Niha ew behsa Erebcîtiyê û tiştên wisa diaxivin. Ez hêvî dikim ku hûn her gav di xweşiyê de bin û ez ê di demek nêzîk de bersiva we werbigirim.
hevalê we
Îmzeya Mam Celal))
Hêjayî gotinê ye ku Seyîd Ezîz Şemzînî di 14ê Adara 1999an de di 81 saliya xwe de li hewşa mala xwe li Urmiyê hate têror kirin. Wekî kû hevjîna wî vedipêje ku dema ku ew gihêştiye ser wî di nava gola xweînê de bûye û û ewên ku Şemzînî terror kirine heta ku ruhê wî derneçûye dev neberdane.
Têbînî:
Ji bo vê nivîsînê, min sûd ji pirtûka bîreweriyên Seyîd Ezîz Şemzînî yên bi navê (Jiyana Min) ku ji hêla (Mihemedî Heme Baqî) ve hatine amadekirin û weşandin û ji hêla Navenda Jînn ve hatine weşandin, wergirtiye.
Ji Soranî: Dawûd Çîçek

Xelat/ Kurdistanî Nwê
