Ziman, rêrewa xemgînî a netewe
Nivîskar: Stran Ebdullah
Neteweyên serdest ên herêmê sedsala 20an di asta neteweya Kurd de di nav aloziyê de derbas kirine û ne diyar e ka ew ê di pêşerojê de helwestek cidî bigirin an na.Sedsalek ku, eger ne ji bo mafên neteweyan ba, herî kêm ziman ji qedexe û windabûnê parast.
Eger serdemên serbilindkirina Kurdî jê derkeve, zimanê Kurdî li seranserê herêmê wekî belayek dihate dîtin û bi fermî hate qedexekirin. Ew tenê li Başûrê Kurdistanê deng jê dihat, ku li vir jî, ne ji ber wêrekiya hevkarên me bû, belkû heta nîvê sedsala bîstan, Îngilîz şirîk bûn li Êraqê û wan jî ji bo sivikkirina rewşa tawana bêbeşkirina Kurdistanê ji qewareya neteweyî li ser mile xwe rê li zimanê gilî û gazindên Kurdan negirt.
Li Yekîtiya Sovyetê ya berê, Kurdan zimanekî perwerdeyê hebûye, lê ji ber guhertina alfabeyê ya li pey hev, Berhem û destkeft ji bo niha, wekî ku tune bûye. Li Îranê, zimanê Kurdî zimanê xwecihî yê axaftin, stranbêjî û helbestê ye ku carinan di rojnameyan de tê weşandin, lê ew ne bûye zimanê perwerdeyê li dibistanan.
Li Sûriyê, heta ku Fransî li wir bûn, malbata Bedirxan (HAWAR) û (HEVÎ) yan bo (ROJA NÛ) bû di roja serxwebûna Sûriyê de maf bide Kurdan, lê belê serxwebûna Sûriyeyê bi Erebûneke çav teng hate wekhev kirin heta ku Esedê bav hat bi çavniqandinê, destûr da weşanên Kurdî bêyî ku destûr bide ku ziman bi fermî were naskirin. Eger Kurdek ne xwediyê hemwelatîbûnê be, mafê wî yê perwerdehiyê li ku derê dê rewa bê dîtinê?
Li Kurdistana dayik, li bakur, Kurd bi xwe tunebûn. Kî dikarîbû bi zimanê Kurdî, ku zimanê (Tirkên çiyayî) bû, bixwîne? Niha jî di pakêta demokratîk de mafê te heye zimanê bixwînin, mîna her Fransîyekî ku li Tirkiyeyê dijî. Karwanek di rê de ye, lê hîn rêyek dirêj li pêşiya wê heye heta ku bi fermî were ragihandin.
Li Êraqa niha, zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî ye û li gorî destûrê xwedî giranî û statuyek fermî ye. Ema di çi de destûr hakime heta ku di wê de weha be? Ji bo Kurdan, çîroka trajediya zimanê Kurdî dişibihe çîroka neteweyê xwe, ji ber ku demek dirêje hatiye îspatkirin ku neteweya Kurd sedema mayîndebûna wê li vê Rojhilata bê rehme, qewareya zimanê wê ye. Dema ku em li vê çîroka xemgîn a zimanê Kurdî dinêrin, mafê me heye ku em bipirsin gelo Neteweyên Yekbûyî bi rastî 19ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê diyar kiriye.
22-2-2014
Xelat/ Ji Soranî- Dawûd Çîçek
