Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê

Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê

Li her çar parçeyên Kurdistanê jinên kurd li Bakûr û Başûr û Rojhilat û Rojava,  bi boneya 25`ê mijdarê roja cîhanê ya tekoşîna li dijî tundiya li Jinê rêze çalakiyan li dar dixin û daxwaza mafên jinan û wekhevî û dadweriya civakî dikin.

Roja 25`ê Mijdarê hemû sale bi roja cîhanê ya tekoşîna li dijî tundiya li Jinê hatiye destnîşan kirin ku di sala 1980`an de û heta roja îro ev roj li tevahiya cîhanê tê bibîranîn.

Di sala 1937`an de li komara Domînîkan nêzîkî 15 ta 25 hezar kes bi hinceta wê yekê ku reşikin ji aliyê dîktatorê wî welatî ve general (Rafayêl Trucîlo) ve tên kuştin. Her weha di sala 1960`an de li jêr desthilata dîktatorê wî welatî 3`ê xwîşkên hev (Minerva, Patriya û Mariya) ku li dijî stemkariyê radiwestin direvînin û piştre bi awayekî hovanê wan dikujin.

Sala 1980`an komek ji feminîstên Amerîkaya Latîn li Kolombiyayê kom dibin û roja 25`ê Mijdarê dikin roja tekoşîna dijî tundiya li jinê.

Her weha di 17/12/1999`an Neteweyên Yebûyî bi fermi roja 25`ê Mijdarê wek roja cîhanê ya tekoşîna li dijî tundiya li Jinê naskir.

XELAT

Gora her 3`ê xwîşkan sembolên 25`ê mijdarê