Qamişlo: Yekemîn Festîvala Helbestê birêveçû
Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê Festîvala Yekemîn a Helbestê ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê hate lidarxistin.
Festîval bi dirûşma "Helbest Stêrka Wêjeyê ye" li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê, bi tevlîbûna siyasatmedar, hunermend, rewşenbîr, keseyetên navdar û gelek kesan birêveçû.
Festîval wê roja 14-15-16’ê Îlonê dewam bike, her weha 70 helbestvanên Kantona Cizîrê wê bi helbestên xwe yên kurdî û erebî bikevin pêşbirkê û wê ji 6 helbestvanan re xelat bê dayîn.
XELAT