Dr. M.Sabîr: Pêwîste Roja Koça Dawiya Mam Celal Bibe Rojeke Nîştîmanî

Dr. M.Sabîr: Pêwîste Roja Koça Dawiya Mam Celal Bibe Rojeke Nîştîmanî

Serokê Saziya Serok Celal Talebanî (Balyoz Dr. Mihemed Sabîr), ragihand ku wê îsal li Kerkûkê bîranîna 7`mîn salvegera koça dawiya rewanşad Serok Celal Talebanî bikin û dibêje, pêwîste ew roj li Êraqê bikin rojeke nîştimanî.

Balyoz Dr. Mihemed Sabîr got: Kerkûk ji bo gelê Kurd û Êraqê giringiyeke xwe ya dîrokî heye û hertim Mam Celal Talebanî digot "Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye."

Bal kişand ser wê yekê jî û got: Mam Celal endazyarê madeya 140`ê bûye û hertim digel wê yekê bû ku mafê hemî neteweyan û pêkhateyan parastî be û bi bê cudahî xizmeta Kerkûk û Kerkûkiyan were kirin.

Dr. Mihemed Sabîr da zanîn ku, 7.mîn salvegera koça dawî ya serok Celal Talebanî ku roja pêncşemê 3/10/2024 ye di demjimêr 5`ê êvarê bi amadebûna kesayetiyên hikûmî û hizbî li ser astê cîhanê, Êraq û Kurdistanê wê li bajarê Kerkûkê be û merasîmek hêja jêre hatiye amade kirin.

Her weha daxwaza wê yekê jî kir ku pêwîste ew roj bibe rojeke nîştîmanî li Êraqê.

XELAT