Berpirsê Borda Ragihandinê Serdana Xelatê kir

Berpirsê Borda Ragihandinê Serdana Xelatê kir

Îro yekşeme 23/6/2024, Berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê seyda (Letîf Nêrweyî) û şandeke pêre serdana kovara Xelatê kirin.

Di wê serdanê de ku her yek li (Ebas Ezîz û Kak Omer) endamên bordê amade bûn ji aliyê (Hozan Efrînî) sernivîserê kovara Xelat û cîgirê xwe Dawûd Çîçek û rojnamevan û pêşkêşkar (Roşîn Serêkaniyê) ve hatine pêşwazîkirin.

Her weha di wê kombûnê de behsa kar û xebatên malper û kovara Xelatê ji aliyê Hozan Efrînî ve hate kirin û bi taybetî di xizmeta ferhenga Kurdî ku bi zaravayê kurmancî tê weşandin û giringî dide ronakbîr û nivîskar û rewşenbîrên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û Rûsya û Qefqasyayê û li hemû cîhanê.

Ji aliyê xwe ve seyda (Letîf Nêrweyî) Berpirsê Borda Ragihandina YNK`ê piştevanî û destekdayîna xebatên Xelatê anî ziman ji bo pêşxistina karên wê û giringîdayîna ji hunermend û rewşenbîran û nivîskarên Kurd ji bo pêşvebirina çand û ferhenga Kurdî.

Her weha seyda (Letîf Nêrweyî) destxweşî li kar û xebatên stafa Sekoya Kurmancî û Xelatê kir û daxwaza serkeftin û pêşveçûnê di karên wan de xwest.

XELAT