Festîvala Navdewletî ya Filmên Kurdî li Mosko destpê kir

Festîvala Navdewletî ya Filmên Kurdî li Mosko destpê kir

Êvariya roja pêncşemê 12/10/2023, li bajarê Moskoyê paytexta Rûsya Federal, xola sêyemîn ya festîvala navdewletî ya filmên Kurdî bi amadebûna wezîrê rewşenbîrî û lawan ya Herêma Kurdistanê Heme Heme Seîd û birêveberê giştiyê rewşenbîrî û hunerî ya bajarê Silêmaniyê Dr. Muhsin Edîb û mêvanekî zêde ji Kurd û Rûsan û biyaniyan destpê kir.

Di destpêka festîvalê de, Heme Heme Seîd wezîrê rewşenbîrî û lawan yê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û têde giringiya festîvala filmên Kurdî li Rûsyayê anî ziman û piştevaniya xwe ji bo festîvalê nîşan da û her weha spasiya hikûmet û gelê Rûsyayê kir ku salane ev festîvala Kurdî hembêz kiriye.

Wezîrê rewşenbîrî got; Welatê Rûsya bi wê yekê tê naskirin ku hertim deriyê xwe li pêşiya gelê Kurd vekirî bûye çi ji Kurdên Rûsyayê bi xwe re û çi jî ji bo hembêzkirina û mêvandarîkirina şoreşgeran û koçberên Kurd di serdemên bihûrî de.

Piştre jî hunermend Ferîd Îlhamî çend stranên taybet bi (Yarsan) ahenga vekirina festîvalê xemiland û piştî wê jî gropa dîlan û sema ya Moskoyê du tabloyên dîlana Kurdî pêşkêş kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2020`an ve festîvala navdewletî ya filmên Kurdî li Moskoyê birêve diçin û wezareta rewşenbîrî û lawan ya hikûmeta Herêmê sponsorê xola yekemîn û duyemîn ya festîvalê kiriye.

XELAT