Bîrewerî... Jîrbûna Serok Mam Celal di zû bersivdayînê de

Bîrewerî... Jîrbûna Serok Mam Celal di zû bersivdayînê de

Ji bîreweriyên siyasetmedarê Kurd Yûsif Zozanî:

"Jîrbûna Serok Mam Celal di zû bersivdayînê de"

Behsa gelek bersivdayînên xurt ji pirsên ku ji Serok Mam Celal dihatin pirsîn tên kirin daku wî îhrac (şermezar) bikin lê belê bi bersivdayîna Serok Mam Celal ji pirsan re weha dikir ku ewê ku dipirsî şermezar bibe û ew bêdeng dikir. Ez bînerim li ser hin ji wan deman û hindek ji wan jî min ji kesên ku bînerê hin bûyeran in bihîstiye, ew ji çi ku bi xwe amade bûne yan jî ji hin kesên din bihîstine û pêşwext ez daxwaza lêborînê dikim, eger min nekarîbe hevok bi hevokên ku Serok aniye ziman biguhêzim çûnkî ez wan li gor bibîrhatina xwe ji were dibêjim lê belê heman wateya ku Serok Mam Celal ku di bersiva xwe de bikar dianî dide.

 Di dema danûstandinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li gel rêjîma Baasê (ya jinavçuyî) de sala 1984`an wê demê serokê şanda danûstankar ya Êraqê (Tariq Ezîz) bû, di naveroka gotinên xwe de Tariq Ezîz got ku, Kurd jî xwedî hemû mafên xwe ne û tu cudahî di navbera min û her kurdekî dine dê tune ye…. Bersiva Mam Celal bi vî awayî bû: Tu razî dibî ku mafê min jî hebe wek mafên te be di vê holê? Tariq Ezîz bersiv da û got: Belê … Mam Celal di wî wextî de destê xwe dirêjî druşma Hizba Baas ya ku bi nivîsek stûr hatibû nivîsandin û di holê de hatibû daliqandin: "Miletê Ereb yeke û xwedî nameyek heta heta zîndî ye" Mam Celal got: Miletê Kurd yeke û xwedî nameyeke heta bi heta zindî ye. Û druşma duyemîn jî: Partiya serkirde Partiya Baas a Sosyalîst ya Erebî ye, Mam Celal got: Partiya Serkirde Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye û wî demî Tariq Ezîz  gotina Serok dibire û dibêje: Na Na NA ….. Mam Celal keniye û got: Wî demî tu çawa amaje bi wê yekê dikî ku em di mafan de wekhevin.

Nivîsandin: Yûsif Zozanî

Sekoya Kurmancî