Parêzerê Kurd yê navdar Sadiq Necar koça dawî kir

Parêzerê Kurd yê navdar Sadiq Necar koça dawî kir

Parêzerê Kurd li gundê Keferdelê mamoste Sadiq Necar koça dawî kir.

Parêzer (Sadiq Necar) yek ji parêzerên kurd ên Efrînî yên herî çalak û tekoşer û wêrek û bi hêz bû. Gelek xwedî li gelê xwe û civaka kurdî bi hemû awayekî derdiket û parêzvanê hêla kurdeyetiyê bû.

Xwedî helwest û berkeftiyê doza gelê xwe bû. Berevanekî bê wêne û xwedî bîrdoza doza gelê xwe ya rewa bû.

Wek biraderekî ji Mabeta ku dostê keseyatî ji min re got; Mamoste Sadiq bi helwest û jîr û zîrek bû, rojekê em bi hev re derbasî cem ewlehiya siyasî ya Sûrî bûn û min helwesta wî ya tund li hemberî ew efserê Sûrî dît ku gelek bihêz bû û lihemberî wî rawestiye û serê xwe danexist.

Di serdema ciwaniya xwe û heya bi salbûna xwe her xwedî reman û hizrê pêşketina civaka kurdî ya azad bû.

Ji serdema ku ew xwendekar bû, heya ku ew bû bi parêzer û bû bi sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurd-Sûriye, ew her alîgirê rewata pêşverû û rewta pêşxistina bîr û hizra nû di nava tevgera kurdî û civaka kurdîê de bû.

Ew bi bê hember herdem piştîvanê ciwan û xwendekarên kurd li hundir û dervayî welat bû taku bibin xwedî bîr û erkên xwe ê azad û pîroz di riya xizmetkirina doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistanê de.

Nemir Sadiq Necar ji malbateke kurdperwer û welatparêz bû ku di gundê Keferdelê de, xwedî navûbang e. Malbata Necar yek ji malbatên kurd ên xwedî bêrdoza netewê ne ku ji sedan salan ve herdem di rêça doza gelê kurd de dirêjpêderin û xwedî helwest û biryar in.

Wek ez vê malbatê ji nêzîk ve nas dikim ku xizmê minin û ji bo dîrokê ez dibêjim ku malbatên wiha hebin, wê demê tirsa me ji wundakirina doza Efrîn û Kurdistanê wê kok nebe.

Her weha bi vê boneya xemgîn, em bi navê malbata Hec Qedûr û mala Murşid serxweşî li parêzer mamoste Abdulrehman Necar û tevahiya malbata Necar li gundê Keferdelê dikin.

Her çende ku îro min û apê xwe Elî Şahîn Yunis bi riya telefon serxweşî li mamoste Ebdurihman Necar kir, lê em ji dil serxweşî li tevahiya gelê kurd û Kurdistanê dikin ku wundakirina kesayetiyên wek nemir Sadiq Necar ziyaneke ji bo me hemûyan.

Xalê hêja mamoste Sadiq tu namirî û rewanşadî, her rewan şad û cihê te beheşt be.

Nivîs: Sernivîserê Rojname û malpera Xelatê Hozan Afrini

24/11/2023

Wêneya nemir Sadiq Necar li gel rewanşad Mam Celal Talebanî

XELAT