Jivanê Kewê- Wêjeya Zarokan

Jivanê Kewê- Wêjeya Zarokan

Mamosta û nivîskar (Elind Mizurî) radighîne ku, Wêje roleke xwe ya gelekî giring heye ji bo avakirina kesayetiya mirovan di nava her civakekê de, her weha jî ji bo zarokan taybetiya xwe ya gelekî giring heye.

Nivîskar Elind Mizurî bû mêvanê Bernama Jivanê Kewê ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin ku babetê wêjeya Zarokan hate gotûbêj kirin.

Mamosta Elind Mizurî got: Mixabin di nava civakê me de û civakên rojhilatî de bi giştî jî giringiyeke wisa bi zarokî nehatiye dayîn, her weha ne li gorî hez û daxwazên zarokan e û em hêşta ji bo zarokan nebûne dibistan ku em bizanin çawa divê em zarokên xwe perwerde bikin, çawa kesayetiya wî ava bikin.

Nivîskar di bernamê de hêjmarek ji pirtûkên xwe yên helbest û çîrok û nivîsên din ku ji bo temenê zarokane pêşandan û dane nasînê.

 

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

 

XELAT