Wezîrê Eşo derheqa Nado Maxmûdov

Wezîrê Eşo derheqa Nado Maxmûdov
Nadoyê Xudo Maxmûdov

Wezîrê Eşo derheqa Nado Maxmûdov

(1907 - 1990)

Nivîskar: Wezîrê Eşo

 Nadoyê Xudo Maxmûdov 1ê çille sala 1907a li gundekî nawça Nor Bayazîdê ya herêma Yêrêvanê (niha Ermenîstan) yê Qerenluxê (niha Martûnî) hatiye dinê: malbateke rêncberan da.

 Nadoyê Xudo ji nava ronakbîrên kurd da yê yekemîn û dawî bû, ku li komara Ermenîstana Sovyêtiyê postên here bilind di rêvebiriya wî welatî da bi dest anî, bû serokê nawçên wî yên cuda-cuda û gihîşt hetanî posta wezîrekî dewletê. Lê çiqasî jî ew karmendekî Partiya Komûnîstan û hukumatê bû dîsa jî weke kurdekî miletparêz zeman peyda kir, ku bikeve nava refên ronakbîrên kurd û keda xwe bixe nava karê pêşxistina edebyet û çanda kurdî û her wa - kurdzanîyê jî û di van waran da jî nav û dengekî bilind li Ermenîstanê û dervay wê jî qazanc bike. Weke niviskarê kurd yê bi nav ew bû endamê Yekîtiya nivîskarên Ermenîstanê.

 Nadoyê Xudo zilamtiya xwe da karkerî kiriye. Salên 1927-28a ew dibistana Lênînakanê (niha bajarê Gumiriyê) ya partiyayê da hatiye perwerdekirinê. Salên 1929-1930î li nawça Hecî-Xelîlê (pişt ra navên nawçên Elegezê û Aragasê hatiye ser wê) dibe serokê rêvebiriyê. Ew post dihat bi navkirinê wek sedrê komîta bi cîanîna kar û baran ya Sêwra nawçê. Salên 1930-1933a Zanîngeha Pişkavkaziyayê ya komûnîstiyê da li bajarê Tivlîsê perwerde dibe. Pişt ra posteke bi rûmet di hukumata Ermenîstanê da bi dest tîne. Salên 1937-38a dibe katibê yekemîn yê Komîta nawça Axbaranê ya partiyayê (serokê yekemîn di nawçê da). Sala 1938a li Komîta Navendî ya Partiya Ermenîstanê ya komûnîstiyê da dibe înstrûktor, lê salên 1938-1939a di nawça Elegezê da, ku bêtir dihat hesibandinê weke ya kurdî, dîsa dibe serokê organîzasiyona partiyayê. Sala 1939a wî kifş dikin weke wezîrekî hukumata Ermenîstanê yê mal û milkê komûnaliyê. Salên Şerê welatiyê yên giran yên 1940-1944a ew weke katibê yekemîn ya organîzasiyona partiyayê dibe serokê nawçeke Ermenîstanê ya here mûhîm û giran ya Hoktêmbêriyanê. Sala 1950î bi awayê êkistêrn ew dawiyê li perwerda xwe ya fakûltêta tarîxê ya Zanîngeha Yêrêvanê tîne. Salan 1944-1955a ew weke  serokê Tirêsta komarê ya pembu kar dike, ku angorî (weke) posta wezîrê hukumatê bû. Lê sala 1955a dibe cîgirê wezîrê Ermenîstanê yê sermaydariya eşiyayên ji bona rûniştevanan yên mesrefkirina bi firetî. Sala 1956a jî dibe cîgirê wezîrê sermaydariya sivik. Salên 1958-1960î ew dibe serokê serwertiya tiransportê ya Şewira mal û milkê gelêrî. Salên 1960-1961ê ew weke cîgirê wezîrê tiransporta avtomobîlan kar dike, lê pişt ra salên 1961-1979 – weke 18 salan weke cîgirê wî wezîrî yê yekemîn.

 Nadoyê Xudo di parlamanên Komara Ermenîstanê û  temamiya Yekîtiya Sovyêtiyê da wek berpirsiyarekî miletekî hindikay cîkî bi rûmet girtiye. Ew du caran hatiye hilbijartinê wek dêpûtê (parlamêntarê) parlamana Ermenîstanê, lê carekê jî ya Yekîtiya Sovyêtiyê li Moskovayê.

 Nivîs- novêlên Nadoyê Xudo yên yekemîn, ku bi giranî yên bûyerî- avtobiyogirafîk bûn, li ser rûpelên rojnama kurdî ya Riya Teze kifş bûn di sala 1955da, gava ew rojname piştî qedexa pir salan eynî salê da careke dinê hate weşandinê. Berhemên wî rûpelên rojnamê xemilandin hetanî dawiya jiyana wî. Eynî zemanî da gotar, nivîs û novêlên Nadoyê Xudo bawer bikî di hemû rojname û kovarên Ermenîstanê yên ermenî û rûsî da hatin çapkirinê û di nava wan da ser rûpelên rojname û kovarên edebî yên weke “Girakan têrt” (Rojnama edebî), “Sovêtakan girakanûtiyûn” (kovara “Edebiyeta Sovyêtiyê”), “Lîteratûrnaya Armeniya” (kovara “Ermenîstana Lîtêratûrî”), ”Garûn” (kovara “Bahar”). Heylo li paytextê Misrê jî nivîseke wî di rojnama ermenî ya “Arêv” da (“Roj”) hate weşandinê.

 Berhemên Nadoyê Xudo di antolojiyayên efirandinên nivîskarên kurd da cî girtine yên bi sernavên: ”Nivîskarê kurdaye Sovyêtiyê” (Yêrêvan, 1957), “Efirandinêd nivîskarêd Ermenîstanêye Sovyêtiyê” (Yêrêvan, 1961).

 Sala 1964a li Yêrêvanê kitêba Nadoyê Xudo ya cuda ya yekemîn bi sernavê “Novêl” hate weşandinê. Di wê da bilî novêlan biranînên nivîskar yên rêwîtiyê, nivîsên wî yên bûyerî jî hatibûn bi cîkirinê.

 Sala 1965a disa li Yêrêvanê berevoka wî ya novêlan bi sernavê “Dûajoyê biçûk” hate weşandinê.

 Sala 1968a kitêba novêlên nivîskar li Yêrêvanê bi sernavê “Dilikê Kewê” hate çapkirinê.

 Sala 1970î weşana “Lûys”(Ronahî) li Yêrêvanê bi kitêbeke cuda novêla Nadoyê Xudo bi sernavê “Huceta çeman û dilê kewê” kire mal û milkê zarok û ciwanên kurd (şagirtên dibistanan).

 Berevokeke novêlên nivîskarê kurd ya stûr ya bi sernavê “Ocaxên temirî disa dû kirin” sala 1971ê li Yêrêvanê hate weşandinê.

 Weşandina kitêba Nadoyê Xudo li paytextê Yekîtiya Sovyetiyê Moskovayê, çiqasî jî ew ya biçûk bû, di nava jiyana edebyeta kurdî da bûyereke kifş bû. Sala 1974a bi wergera ser rûsî ew kitêb bi sernavê “Dûajoyê biçûk” hate çapkirinê.

 Sala 1978a berevoka novêl û kurteromanên nivîskar bi sernavê “Li cî-warên welatiyê” li Yêrêvanê bi 332 rûpelan hate weşandinê.

 Salên 80î, gava li Yêrêvanê antolojiyayên berhemên nivîskarên kurd hersal carekê bi sernavê giştî yê “Bahara teze” û piştî zemanekî –“Bahar” hatin weşandinê - efirandinên Nadoyê Xudo bawer bikî di hemû jimarên wê da cî girtin.

 Keda Nadoyê Xudo di nava kurdzaniyê da jî yeke kifş û bi nirxe. 1959a li Yêrêvanê bi zimanê ermenî hate çapkirinê kitêba wî bi sernavê “Gelê Kurd ”. Eva kitêba hanê ya dîroka Kurdistanê ya bi kurtay bû ji zemanê herî kevnar hetanî rojên me. Bilî ku li welatê Sovyêtiyê cara yekemîn bi çavên kurdîtiyê, bi objêktîvî li tarîxa miletê kurd dihat mêzekirinê nirxa vê lêkolînê di nava wê yekê da bû jî, ku eva di nava kurdzaniya Yekîtîya Sovyêtiyê da tecrûbe, cêribandina yekemîn bû, ku tarîxa Kurdistanê ya zemandirêj, ya bi hezaran salan raxin ber çavên xwendevan û zaniyaran. Cara yekemîn xudanê vê monogirafiyayê bi giranî ser Tevgera Azadîxwaziya Kurd rawestiya, ser têkoşîna gelê kurd, serhildanên kurdan dijî dagîrkerên derva. Piştî qedexaser tarîxa Kurdistanê ya here nû, nemaze ya ser serhildanên kurdan dijî rêjîmên Tirkiyayê, Îranê û Îraqê yên kurdxur, ku dewleta Sovyêtiyê bi motîvên polîtîkî danî bû ser, cara yekemîn di vê kitêbê da bi awakî eşkere besa serhildanên kurdan yên sedsala 20î hate kirinê. Nadoyê Xudo di lêkolîna xwe da guhdariya xwe konsentra kiriye ser çêbûna Komara kurdan ya Mahabadê, ser şerê kurda yê çekdariyê yê azadixweziyê bi seroketiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir. Beşeke kitêba xwe xudan pêşkêşî tarîxa kurdên yekîtiya Sovyêtiyê û bi taybetî yên Ermenîstanê, hilperîna edebyet û çanda kurdî ya li wir kiriye.

 Lêkolîna Nadoyê Xudo di wî zemanî da di nava dîrokzanîya kurdî da destanîneke hêja bû. Gava di wî zemanî da li holê tu xebateke pirî- hindikî temam ser tarîxa gelê me tune bû ewê kitêbê nemaze em kurdên Sovyêtê ser tarixa gelê me eleqedar û serwext kirin û roleke kifş leyst di nav xwehisandin û xwenaskirina me ya miletiyê da.

 Nadoyê Xudo bi aktîvî beşdarî jiyana kurdên Ermenîstanê ya çandî dibû. Nivîs û novêlên wî hergav bi Radiyoya kurdî dihatin weşandinê, lê ser bingeha berhema wî ya “Meme û Gulê” li wira şano (radiyopiyês, radiyo kompozîsiya) hate çêkirinê û di fonda weşanên hertimî da hate bi cîkirinê.

 Nadoyê Xudo wek endamekî komîsiyoneke xisûsî beşdarî karê amadekirin û qebûlkirina Elfeba Kurdî ya bi tîpên kîrîlîk bûye tevî Heciyê Cindî, Wezîrê Nadirî û Emînê Evdal di sala 1944 da.

 Nadoyê Xudo karkirekî civakî yê aktîv bû. Ew beşdarî hemû bûyerên jiyana kurdên Ermenîstanê yên çandî yên here giring dibû. Bi karaktêr û terb-torê şexsî va jî ewî pir dost û xêrxwaz ji nava ronakbîrên ermenî ji bona kurdan peyda dikir. Girêdanên wî yên nêzîk bi nivîskarên ermeniya yên weke A.Îsahakiyan, T.Dêmîrçiyan, N.Zarîyan û nemaze rêdaktorê Riya Teze yê yekemîn H.Koçar ra hebûn, ku weke dost û xêrxwazên gelê kurd, wek piştgirên edebyet û çanda kurdî deng dabûn.

 Ji aliyê dewleta Sovyetiyê da Nadoyê Xudo hatibû naskirinê wek berpirsiyarekî kurdên Ermenîstanê. Gava sala 1956a Barzaniyê Nemir ji Moskovayê hat serlêdana kurdên xwe li Ermenîstanê bi Semend Siyabandov ra Nadoyê Xudo jî bû rêbarekî wî dema çûyna wî li gundên kurda yên nawçên Axbaranê û Telînê.

 Dewleta Sovyêtiyê karkirina lawê kurda yê hêja Nadoyê Xudo Maxmûdov di nava organên partiyayê û dewletê da bi hêjatî daye nirxandinê, ew bi ordên, nişanên hukumatê yên bi rûmet va peşkêş kirine: ordênên “Nîşana rûmetê”, “Ala karkirinê ya Sor” û her wa bi pir rûmetnaman va.

 Nadoyê Xudo sala 1990î meha nîsanê li bajarê Yêrêvanê wefat kir. Çiqasî jî wî zemanî li Ermenîstanê tevlîhevî çê bibûn, hêzên nijadperest bi ser diketin, lê kurdan û ermeniyên dilsoz û kurdhiz şîneke giran ser wî lawê kurdan yê hêja kirin, ew bi heytehol, bi mêrasimeke mezin panteona mexberê Yêrêvanê da teslîmî erdê kirin.

Cêrga piş: Şeroyê Misto, Mehemed Babayêv, Celîlê Celîl, Wezîrê Eşo.
Cêrga navîn: Eliyê Evdilrehman, Rehîm Qazî, Nado Maxmûdov, Heciyê Cindî.
Cêrga pêşin: Mîkayêlê Reşîd, Casimê Celîl.
Sala 1954-1955

XELAT/ Ji rûpela Wezîrê Eşo