Navenda Zana li bajarê Qamîşlo hat vekirin

Navenda Zana li bajarê Qamîşlo hat vekirin

Li bajarê Qamîşloyê ya Rojavayê Kurdistanê, navenda Zana ya Yekîtiya Rewşenbîr û Hunermendên Serbixwe ên Aştiyê bi awayekî fermi hat vekirin.

Di wê bare de, Serokê Navenda Zana ya (Yekîtiya Rewşenbîr û Hunermendên Serbixwe ên Aştiyê) rêzdar Dostem Hejar, ku helbestvanekî dêrîn ê doza kurdî û Kurdistanê ye ji bo malpera Xelatê ragihand: Ji bo vejandina kar û xebatên rewşenbîrî û hunerî kurdî û Prastina destkeftên nirxên netewî, me navenda Zana vekir û bi awayekî rewa me mulet jî wergirt û em pêşwazî li alî û rêxrew û kesayetiyan dikin.

Dostem Hejar diyar jî kir ku, Hejmareke baş ji ronakbîr û rewşenbîr û nivîskar û hunermendan sardana navenda Zana kirin û hîn jî dirêjpêder e û got: Em dixwezin xizmetekî baş û pak ji bo pêşxistina civaka kurdî bikin û emê hewil bidin bersiv ji daxwaza ronakbîr û rewşenbîr û hunermendên xwe û navenda me ji bo hemuyan vekirî ye.

Xelat