Qubad Talebanî: Nakokiyên hizbî dê pêşeroja Herêmê bixe metirsiyê

Qubad Talebanî: Nakokiyên hizbî dê pêşeroja Herêmê bixe metirsiyê

Cîgirê Serokwezîr Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyoza Swêdê li Êraqê kir .
Di civîna de, her du alîiyan li ser wê yekê hemfikir bûn ku aliyên siyasî ders ji nakokiyên berê werbigirin û lezê li çareserkirina pirsgirêkan bikin.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî got ku, piraniya pirsgirêkan hizbî û şexsî ne. got jî ew curê nakokî û milbadana hizbî û kesayetî dê kurdan zêdetir parçe bike û pêşeroja Herêma Kurdistanê bixe metirsiyê de.
Derbarê pirsa hilbijartinên bê yên parlamentoyê de jî, Qubad Talebanî got, em hertim li gel wê yekê bûne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin, tenê me tekezî li ser hilbijartineke paqij, azad û adil kir.
Wî bang li aliyên siyasî kir ku ji bo hêsankirina hilbijartinan ku di demek nêzîk de û bi awayekî herî baş bên lidarxistin, gotûbêjan ji nû ve bidin destpêkirin.
Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî Cîgirê Serokwezîr got ku eger pirsgirêkên  navxweyî yên Kurdistanê bên çareserkirin dê bandorê li bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê bike.