Almanya rê li ber çûyîna koçberan bo welatê xwe digre
Bi mebesta rêgirîkirina li koçberan, Hikûmeta Almanya di meha borî de, xalên sînorî yên xwe digel çend welatan de tund kirîne.
Di nûtirîn daxuyanî de hikûmeta Almanya ragihandiye: Piştî tundkirina xalên sînorî, nêzîkî %40`ê koçên neyasayî bo Almanyayê kêm kiriye.
Herweha behsa wê yekê jî kiriye ku, tenê mehekê berya tundkirina xalên sînorî li sînorê Polanda û Çîk û Nemsa û Siwîsrayê, zêdetirî 18 hezar koçberan xwe gîhandiye Almanyayê, bi awayek rojane 800 koçber çûyîne nav axa Almanyayê lê belê piştî tundkirina xalên sînorî ew hêjmare kêm bûye bo 300 koçber di rojekê de, wate nêzîkî 11 hezar koçber di mehekê de.
XELAT/ Kurdistanî Nû
