Qubad Talebanî: Nabe nakokî bandorê li jiyana xelkê bike

Qubad Talebanî: Nabe nakokî bandorê li jiyana xelkê bike

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ragihand, nakokî û hevrikiyên siyasî asayîne ku hebin bi mercê ku bandora xirap li ser jiyan û jiyara xelkê û aramiya Herêma Kurdistanê çê neke.

Qubad Talebanî li gel konsole giştiyê Fransa li Herêma Kurdistanê civiya di civînê de behsa pêşveçûnên dawî kirin. Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku,  eger li Kurdistanê aliyên siyasî yek deng nebin li Bedadê jî parçebûna nav mala Kurd nayê veşartin û dê karîgeriya xwe li ser hêz û pêgeha Herêmê jî hebe.

Her weha Qubad Talebanî spasiya Konsulê Giştî yê Fransa kir ku pisporên çaksaziyên aborî ji ofîsa Cîgirê Serokwezîr re terxan kiriye da ku di cîbicîkirina planên çaksaziyê de alîkar bin.