Zêdetir li 300 koçber li Okyanûsa Atlantîk windane

Zêdetir li 300 koçber li Okyanûsa Atlantîk windane

Li gor zanyariyên Dezgeha Lutke zêdetir ji du heftiyane û vir de 300 koçber bi sê beleman ji peravên Senîgalê ketine rê daku xwe bighînin Îspanyayê.

Li gor bi dûvçûneke Dezgeha Lutke derketiye ku koçberan ji welatê Senîgalê xwestine bighêne giravên peravan ku nêzîkî 1700 kîlo metir ji hev dûrin.

Di dema derçûna beleman de heya niha ku zêdetir ji du heftane tu nûçe li ser wan nehatiye wergirtin, eve jî wê yekê derdixe li nava okyanûsê de winda bûne û bêser û cihin.

Li gorî amarên Rêxistinên Navnetewî ya Koçê, di sala 2022`an de herî kêm 559 kes di dema hewildana bo gihêştina Ewropayê jiyana xwe jidest dane ku ji wan 22 zarok bûne.