`Bi destxistina mafên karkeran bi erkê xwe dizanin`

`Bi destxistina mafên karkeran bi erkê xwe dizanin`

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, bi boneya 1`ê gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran pîrozbahiyên germ arasteyî karkeran dike.

Eve jî naveroka peyamê ye:

"Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, pîrozbahiyekî germ li karkerên Kurdistanê dikim û hêviya selametiyê û jiyanekî baştirîn bo wan dixwazim.

Karkerên Kurdistanê rolekî giring û karîger di avadankirin û geşekirina Herêma Kurdistanê de lîstine û çînekî serekî ya civaka me ne ji bo avakirina pêşerojeke geştir. Em bi hurmet li pêgeh û hewlên wan dinêrin û zehmetî û keda wan bilind dibînin, her weha silav ji bo rewanê pak yên wan kakeran re dişînin ku di demê kar de jiyana xwe ji dest dane.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di nava karkeran û kedkaran de geşe kiriye, ew dîroka tejî li serwerî û qurbanîdanê ji bîr nekiriye û xwe bi parçeyek ji we yên serbilind dizane, karkirin jî ji bo bidestxistina maf û başkirina jiyan û jiyara we bi erkê xwe dizane.

 

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê"

XELAT