Jineke Kurd ji bo Serokatiya Hikûmeta nû ya Holandayê namzete

Jineke Kurd ji bo Serokatiya Hikûmeta nû ya Holandayê namzete

Piştî hilweşîna Hikûmeta Holandayê ya bi serokatiya Mark Rute, Jineke Kurd namzeta herî bihêze ji bo Serokatiya Hikûmeta nû li wî welatî.

"Dîlan Yeşîlgûz" ji dayîk bûya bajarê Dêrsimê ya Bakûrê Kurdistanê ye û li ser lîsta partiya (VVD) ku serokwezîrê dest ji kar kêşayî (Mark Rute) serokatiya wê partiyê dike. Dîlan Yeşîlgûz di sala 2022`an de Wezîra Ewlehî û Dadê ya Holanda bûye.

Li gor zanyariyan "Dîlan Yeşîlgûz" şanaziyê bi Kurdbûna xwe dike û hevkariya jinên Kurd yên Êzidî jî gelekî kiriye yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandinê.

Sekoya Kurmancî