Îmad Ehmed: Armanca me pêkanîna encumeneke xizmetguzare li Kerkûkê

 Îmad Ehmed: Armanca me pêkanîna encumeneke xizmetguzare li Kerkûkê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Kerkûkê destê hevpeymaniyê ji bo aliyên Kurdistanî dirêj dike û xizmeta xelkê bi karê xwe yê serekî dizane.

Berpirsê mekteba ragihandin û hoşyariyê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Îmad Ehmed) di çavpêkeftineke taybet de li gel ajansa PUKMEDIA`yê got: Li Kerkûkê hêz û dengê yekemîn YNK`ê bûye û îstîhqaqa hilbijartinê ya parêzgeha Kerkûkê ji bo YNK`ê dibe û armanca me em encumeneke xizmetguzar ji bo xizmeta Kerkûkê pêkbînin.

Îmad Ehmed diyar jî dike ku; ew serkeftina mezin ku YNK`ê li Kerkûkê bi dest xist jê dixwaze ku ew sozên ku daye xelkê deverên ji Kurdistanê hatine veqetandin bi cih bîne û got; Siyaseta YNK`ê ewe ku li gel aliyên Kurdistanî û pêkhateyên resen yên Kerkûkê parêzgar û encumenekê ji bo Kerkûkê pêk bînin ku xizmetkarê xelkê bajêr be û eger aliyên Kurdistanî hevpeymanê me bin ji bo Neynewa û deverên veqetandî yên dinê jî emê wê plane cîbicî bikin.

Îmad Ehmed tekez jî kir ku, mafê YNK`ê ye li Kerkûkê postê parêzgar werbigre û da zanîn ku; Çawa di dema borî de bi serokatiya serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî, Yekîtî li ser astê Herêmê û Êraqê tevgera xwe ya siyasî hebû, di pêşerojê de jî tevgera me ya siyasî wê zêdetir bibe. Li ser rêbaza Serok Mam Celal ya baxê gulan emê karê pêkveyî li gel aliyan dixwazin ji bo bi cihanîna azadî û aramî ji bo Êraqê û xizmeta zêdetir ji bo gelê Kurd û Êraqê bi giştî.

 

XELAT/ PUKMEDIA