Kurdekî Kurdistana Sor çar caran bûye palewanê cîhanê ya bokserê
Enar Silêmanov ciwanekî Kurd ê werzêşkare ku bi qasî 4 caran bûye palewanê cîhanî ya bokserê.
Wek tê gotin ku ew ji Kurdên Kurdistana Sor e ji bajarê Latçînê ku di dema komara Kurdistana Sor de paytexta wê bû.
Di wê barê de, jêdereke agahdar ji Kurdên Qafqasiyayê ji Sekoya Kurmancî re ragihand ku werzêşkarê Kurd ê naskirî 4 caran bûye palawanê bokserê yê cîhanê û ew ji bajarê Latçînê ye ku berê paytexta Kurdistana Sor bû ye.
Sekoya Kurmancî