Kongreya Ol û Baweriyan li Rojava hate lidarxistin

Kongreya Ol û Baweriyan li Rojava hate lidarxistin

Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, 2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan birêveçû.

Li gorî ajansa ANHA`yê, Kongre bi dirûşma "Bi biratiya olan emê nirxên mirovahiyê bilind bikin" li hola Serdemê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Zêdetirî 300 oldarên Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Zeredeştî bi hemû mezhebên xwe beşdarî kongirê bûn.

Seroka berê ya Nivîsgeha Azadiyên Olî ya Kongreya Amerîkayê (Nadine Maenza) jî beşdarî kongireyê kir û bal kişand ser rola sazî û navendên olî di belavkirina çanda biratiyê û redkirina nîjadperestî û cudekariyê de.

Sekoya Kurmancî