Du keçên Êzidî ji destê DAIŞ`ê hatine rizgar kirin

Du keçên Êzidî ji destê DAIŞ`ê hatine rizgar kirin

Birêveberê Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî (Hisên Qaîdî) ji Kurdsat Newsê re ragihandiye ku, du keçên Êzidî ku xwîşkên hevin bi navên (Aliye Xelef û Besê Xelef) ji destê terorîstên DAIŞ hatine rizgar kirinê.

Hisên Qaîdî diyar jî kiriye ku, li gel ew herdu xwîşkên hatine rizgar kirin hêjmara rizgarkiriyan heya niha gihêştiye 3 hezar û 570 rizgarkirî. Her weha heta niha nêzîkî 2 hezar û 600 kesên Êzidî çarenivîsa wan ne diyare.