Wênegirê dêrîn ê Kurd Kemal Seydo koça dawî kir
Xatirxwestina Kesayetê Kurd a xebatkar û tekoşer û xwedî helwesta netewî kurdî rêzdar (Kemal Seydo Mêmo) sibeha roja 1 'ê Îlona 2025'an li bajarê Farndorf ê Almanyayê di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Rehmetî di sala 1939'an de li herêma Efrînê ji dayik bû.
Di sala 1959'an de, ew ji ber xebatên xwe yên netewî ên Kurd bi apê Osman Sabrî û Dr. Nūre dīn Zaza re li Şamê hat zindankirin.
Di sala 1961'ê de koçî Almanyayê kir.
Li Almanyayê tev li Komeleya Xwendekarên Kurd bû.
Li Almanyayê sînemagerî xwend.- 35 salan di Televizyona Almanya ya WDR de kar û xebata wênegerî û ragihandinkarî çi li hundur çi jî li derveyî Almanyayê di wî karî de dirêjpêder û serkeftî bû.
Di salên 1970 û 1972'an de du caran serdana Başûrê Kurdistan kir û du filmên dokumenterî li ser şoreşa Kurdî berhem anî.
Kesayetiyekî pak û xweşdil û hêmin û rûpak û civakger û mirovdost bû.
Wek her kesî li ser nemir nivîsî ku rastiya kesayetiya wî derket holê ku kesekî mezin û tekoîer û dilsozê ax û doza kurd û Kurdistanê bû ye.
Dilovaniya Xwedê li rewanpakiya wî be û serê malbata Seyê Mêmo sax be.
XELAT
