"Komkujiya ku bi serê Êzidiyan hat birîneke mezine di dilê me de"

"Komkujiya ku bi serê Êzidiyan hat birîneke mezine di dilê me de"

Bi boneya 10`mîn salvegera komkujiya Êzidiyan de ku di 3`yê tebaxa 2014`an li Şengalê biserê wan de hat , Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî peyameke weşand û got: "Em îro bi diltengiyekî kûr jiyanajidestdan û bêsercihbûna ezîzên xwe bi bîrtînin ku li ser warên xwe bi tenê hatine bi cîhêştin."

Eve jî naveroka peyamê ye:

"Cenosîdkirina xwîşk û birayên me yên Êzidî ji aliyê terorîstên DAIŞ ve tawanekî ku nayê jibîr kirin û êşeke mezine di dilê me hemûyan de, îro bi diltengiyekî kûr em jiyanajidestdan û bêsercihbûna ezîzên xwe bi bîrtînin ku li ser warên xwe bi tenê hatine bicîhêştin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi germî ji bo avadankirina Şengalê û vegera Êzidiyan bo warên xwe yên resen hewl dide, herweha jî tekezî li zêdekirina hewlên xwe dike ji bo lêgerîna bidûv ewên ku heya niha çarenivîsa wan nediyare û dixwaze dûr ji drûşim û têkilkirina jiyana Êzidiyan bi nakokiyên siyasî, kar ji  bo mafên wan bike û bibe parêzerê rasteqînê ya ew pêkhateya giring a Kurdistanê ku parçeyekî giring û ferereng a Kurdistanê pêktînin û dîrokek wan ya dirêj heye di kûrkirina pêkvejiyanê û xebatê ku ji bo welatê me tomar kirine.

Silav ji bo giyanê qurbaniyên Êzidî û serbilindî li kesûkarên wan ên hêja."

 

XELAT