Çima 16 Nîsanê li Herêma Kurdistanê roja jîngehê ye?

Çima 16 Nîsanê li Herêma Kurdistanê roja jîngehê ye?

Li Herêma Kurdistanê roja 16 Nîsanê bi roja jîngehê hatiye diyar kirin, ji ber ku yekem car cekên kujer yên jehrawî li hemberî devera (Şêx Wesan û Balîsanê) ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatine bikaranîn ku êvariya 16/4/1987`an rêjîma baas ya hilweşayî ya Êraqê  ew dever kîmyabaran kirin.

Dola Balîsan ya devera Xoşnawetî yekemîn qurbanî ya çekên kîmyawî bûye ku di wê êrîşê de 264 welatî şehîd bûn û zêdetirî 600 welatî têde birîndar bûn. Ji ber wê jî ji bo bîranîna ew roja wîjdan hejîn di sala 2008`an de Parlemana Kurdistanê bi biryarekê ew roj kire (Roja Jîngehêy a Kurdistanê).

Hemû salê di roja 16 Nîsanê de sazî û dezgeh û rêxistinên parastina jîngehê li Kurdistanê bi dehan çalakiyan lidar dixin.

 

XELAT