Pirtûka `Mam Celal di bersiva 74 pirsan de` hat belavkirin

Pirtûka `Mam Celal di bersiva 74 pirsan de` hat belavkirin

Pirtûka (Mam Celal Di Bersiva 74 Pirsan de) îro bi merasîmeke taybet ku ji aliyê Saziya Serok Calal Talebanî ve hatibû lidar xistin hat nasandin û belavkirin.

Pirtûk ji aliyê Rêbwar Star ve hatiye amadekirin û ji aliyê Saziya Serok Celal Talebanî ve hatiye çapkirin.

Di merasîmê de Rêbwar Star ragihand: “Ev pirtûk berhemê 23 sal berê hatiye nivîsandin û metna hevpeyvîneke radyoya malbenda rêxistinê ya YNK`ê li Silêmaniyê ye, me bernameyeke bi navê “Dûr ji siyasetê” diweşand.  Me dema daxwaz ji Serok Mam Celal kir dîdarfek radyoyê ligel bikîn bi kêfxweşî qebûl kir.

Rêbwar Star dibêje: “Dema em çûn mala Serok Mam Celal, min pirs nîşanî wî dan û min ji Mam Celal e got: “cenabê Mam, eve pirs in. Tiştê ku tu jê hez nakî jê bavêje.”  Mam Celal Bersiv da û got: “Kurê min, tu dixwazî ​​ez kopî bikim? Pirs çi bin, ez ê bersiva wan bidim.

Ji aliyê xwe ve Serokê Saziya Serok Celal Talebanî balyoz (Mihemed Sabîr) derbarê pirtûkê de axivî û di berdewamiya axaftina xwe de behsa projeyên pêşerojê yên saziyê kir ku pêk hatiye ji (monoment, akademî , mûzexane û pirtûkxane û gelek projeyên din daku nifşê nû sûd jê bibîne.