Tewarekanî Efrîn
Helbest: Nermîn Osman
Cotek kotirê rûh sipî
Le çeşnî cesteyî Barîn
Le rêyî ya (Hey), şemşêr.. û
Bi diruşmî (Fethul Mubîn)..
Le lankey pir le wire.. û
Hawarî aştî û evîn..
Bi dû çil zeytûnewe
Helyanfiranin.. û helfirîn..
Firîn.. firîn
Beriz firîn
Yekem qonax heta berdem qapî xweda
Bo xistine rûyî dad û bêdadî û sikala
Tiya hatibû.. le jêr navî pîrozî tû
Erdoxan û çetekanî
Destiyan kir bi serbirîn û talan û biro
Diyare mebestî kurd bû
Ewey peyambereket gotî
Biyankujin.. seryanbibirin.. be ho û bê ho
Ew netewey le pêdeken
Pêlawî dezû .. mû.. û pero
Naşzanin bo
Ne goy degrî û
Ne bi ayetêkî pîroz.. dijî ew hemû
Tawane hatîte go
Îtir na omêd le kirdey
Tika û paranewe û niza
Helfirîn berew diwa (war) û
Şiwênî helkişanî Îsa
Pêyan got tû
Tenha yekcar le xaç diray
Be bê kefen û pirsegirtin
Bo baxî Îbrem helkêşray
Hezaran sale yad dekrêy
Be mûm û çira dagîrsan
Be gulebaran..
Be sirûtî ayinî ciwan..
Keçî rojî hezaran kurd
Le Kurmanc û le Êzîdî û le Şebek û le Kakayî û File û Mesîh û Musilman le xaç dedrên
Xaçî top û kîmiyabaran
Le astiyan de
Ker û kiwêrin tev
Niwêneranit le gist cîhan
Be toreyîwe helfirîn berû wirmê
Bo layî Zeredeşt
Ta tawê bi zûbanî kurdî goyê le sikalayan bigirê
Le rûyan kirde bi hawar
Ey xawenî bîrî çak.. û
Gotey baş.. û pesendkirdar
Detû avêstayî pîroz
Berdere
Ordûyî dagîrkar agirî Newroz
Diwacar
Wek şoreşgêrekî
Diyar û navdarî ser zemîn
Bo layî Gîvara helfirîn
Pêyan got
Êmeş wek êwe
Her roj le şar û dêyek
Tûşî kuşt û birîn debîn
Rojê Kerkûk û Xormatû heta Hemrîn
Roji Sine û Amed û Şingal û Efrîn
Keçî hîç kes
Le ser em netewe damawe nayetewe go
Ne tû ne Mandêla.. û tîto.. ne şoreşgêrekî wek Kastiro
De tû gorî
Hezaran şehîdî wek tû
Pêman bilên le berçî û bo..?
Hîç kamêktan
Le ser kurdî beşmeynetim.. nayene go?
Êdî herdû kotrî sipî
Dilpir birîn
Wek sû Tewarî ceng be gir
Be wirey berzî
Qendîl û Gara û Agirîn
Berûhiyetî şehîdan
Avêsta û Barîn
Le gel hezaran şervan
Geranewe bo berxwedan
Bo rizgar kirdinewey Efrîn..
Silêmanî: 17.10.2023
———-
Elî Şemdîn: Ji tîpê erebî wergerandiye ser tîpê latînî
XELAT