ÇAVÊN DAYKÊ

ÇAVÊN DAYKÊ

 Helbestvan: Lîda Gerdenzerî

 

Çavên dayka min şilin,

Zarên wê, ji wê dûrin.

Bi dilê birîn, dil keser,

Xerîbyê da digerin.

 

Felek xayne ji me ra,

Çîme çî ev  dera.

Xerîbî bû ji me pehra,

Dayîk maye ji hizretê ra…

 

Day, dayê, dayka min,

Dayka min Welatê min.

Zimanê teye di devê min,

Sebira dilê m, guhmana min.

 

Dayîk, gelek cefan dîtye,

Heya me mezin kirye.

Şevên, bê xew lûrandye,

Şîyar derbaz kirye.

 

Dayê, şîr û emekên xwe,

Xweş me helalke.

Û, duaen xwe,

Ser me kêm neke…

 

Sal 2019

XELAT