XEWNA DIL SOTΠ

XEWNA DIL SOTΠ

 (Wênê dê, bavê min: Tajdîn û Gulîzer)

Helbestvan: Hinara Tajdîn

 Hisret dilê min digvêşe,

Diniqite xwîna reşe.

Xem û xeyal min dûr naçin,

Ça gur dilê min vedçirin.

Min nedixwest sive vebe,

Xewna  şirîn min betalbe.

Dengê dê, bav zelal, sade,

Min bûn keser, kul û derde.

Çawa dengê wan min bihîst,

Her kar û bar min tevda hîşt.

Rabûm, min da pey şopa wan,

Nêz guhdarkim ez dengê wan.

Min da pey wan, bê feydebû,

Derî li ber min dadaybû.

Çokda min li ber dergevan,

Û hicûm  kir çawa şervan.

Rima  rê ber min qutkirin,

Daxwezî kir, venekirin:

-Gidî derî ber min vekin,

Tabim destê dê, bav maçkim.

Ez hisreta dengê wanim,

Dêm û dîdem, bejna wanim.

Dergevan hat defek min da,

Kulmek ça gurrz pişta min da.

Zerpa derbê ez hişîyar bûm,

Bi wê xewnê şewdaser bûm.

Bê çaretîyê ez xwe ketim,

Dûrî  feleka  har ketim.

Û temamîya ewê rojê,

Ketibûme nava dojê.

Hêsirên min dixulxulîn,

Ji jan, êşê nedgulgulîn.

Wisa pey hev ro qulibîn,

Keser zêde hê xuliqîn.

Çeva her dem diqutînim,

Ku dê, bavê xwe bibînim.

Ew xewn wisa min bû dijmin,

Dikim-nakim nay berbi min.

Xêlek şûnda hiş hate min,

Hate ber min nefesa min.

Min çev vekir rabûm ser pîya,

Derketim ez gêdûk û rîya.

Ez kurr poşmam ketim rêda,

Dixeniqîm hêsirada.

Perîşan û bê zar, ziman,

Ez evdal mam roj û deman,

Ew xewn dilêm kûr disotin,

Qet tû carî nayê gotin.

 

 XELAT