Kamp û çadira bû para me
Helbest: Gohar Mamo
Kamp û çadira bû para me,
Zarokên me jî nav birçîbûn.
Havîn, zivistan wek hevî ne:
Sir û serma, agir an barane.
Sêlav, tofan, erdhej para me,
Bindestya me jî ser barê ser.
Zimanê min lale, dil bêçare,
Rabim çare ji kê bixwezim?
Îjar evan tifala zarokên me
Nav dijwarî de mezin dibin.
Hê ji dergûşî de nav hêsirê
Dê, bavên xwe mezin dibin.
Zarokên me ji başûr, bakûr,
Ji rojava û rojhilat wek hev,
Ser axa me: Kurdistana me
Bê çar û star nav kampa de,
Hîvya evda xwedê da mane-
Qey rojek rojan felek dûr be,
Xweşiya jîyanê para wan be.
Xwedêyo çevê te ser me be,
Bese ev felek para me bibe.
XELAT