NIKARIM
Helbest: Mahîn Şêxanî
Nikarim li te binerim
Ta ku nebim guneh kar
Berê xwe ji te diguher im
Lê ji hinav êş û azar
Pir pir jite ez hez dikim
Sitêrka minê jibo wê mame şiyar
Dijware dest ez bavê jim
Li wê sêva sorî li dar
Min dil da bi diLovanî
Bera bimrim tu neyê xwar
Bo te yarê ez can didêm
Ji çavên te rondik ne bar
Bibim gorî ji gulê re
Gulnaza min lê nebim bar
Ji şahî û ji xecêre
Bibim ala evîn dar.
XELAT