Bûcax şêrîne?
Helbest: Hasan Kordede
Dil kerker kir,kir çar parçe
Tenha hîştim ez bê axçe
Bûcax şêrîn tew j'bîr nabe
Bilbil bê deng ma li baxçe!!
Gem û lîwan dene ber dev
Gotin hemî xistin ji hev
Nema tevger nehîştin lev
Dest û zendan xist kelepçe?
Şûna xilxal sindif kirin
Hinek revîn hinjî mirin
Ên ku mayî tev lal kirin
Gotin teror weşand nûçe?
Ketin ser sîng vedlewirîn
Bê wate man ax û girîn
Mehrebanî ji dil firîn
Dane destan têr û buxçe?
Rovî çeqel kirin rêber
Şêwirmendî bûn ga û ker
Xwîna xortan dolar dan ber
Ji yûrt nadan kulm û kemçe?
Ziman jêkir min lorî bûm
Serî birîn wek torî bûm
Namûs kirîn ez sorî bûm
Kurmanc ewjî maye kêmçe?
11/12/2023-Serzorî/ Girê Sipî
XELAT
