Jinên hunermend yên yekemîn di dema Sovyetê da

Jinên hunermend yên yekemîn di dema Sovyetê da

Mûzîkzan: Cemîla Celîl

Dost û hevalên hêja, bi rastî ez naxwezim her karê xwe rakim holê, lê dixwezim hûn bê par nemînin ji karê min e rojane û ji bo pêşerojê.

Çawa êdî hûn zanin pêştirî afirandina helbestan, wisa jî ez elaqederim wergera va, armanc û xwesteka min ew e, ku netewa me kurd ked û emekên rewşenbîrên me yên Sovyêtê ra bi nas bin, bi teybetî yên Ermenîstanê ra. Di pêvajo ya lêkolînên min da her rastî wê rabe holê û raberî gelê me be.

Min wergerek nû, ku pir girîng û teybete, ku afirye ji pênûsa Mûzîkzan Cemîla Celîl va qedand, hê demê da zû naxwezim  navarok û mijar vekim, lê bêjim wekî gelekî nirxên hêja wê bighîje ber destê gelê me.

Malbata Celîlan, bi fedakarî, ruh û can heyanî roja îroyîn di xizmeta netewa xwe da ne. Helbestvan, nivîskar û wêjevan Casimê Celîl, ku bû hîmdarê dibistana kurdan ya Radyo Êrîvanê pir zehmetî kişandye bo xwedîkirina nimûnêd hêja, zarokên wî jî bernedan karê bavê xwe û dimeşin vê rêya pîroz va.

Di şexsê Cemîla Celîl da, dixwezim keda çend jinên me yên yekemîn rakim holê.

Mûzîkzan Nûra Cewarî, keça fîolog, zargotinnas, wergêr û nivîskar Hecîyê Cindî ye, ewan jî bi malbatî di xizmeta gelê xwe da bûne, bi xuydana paqij xwedî kirine dîroka me kurdan.

Sîma Semend nivîskar, çîroknivîseke kurd, keça Semend Sîybendovê navdar, ku heyanî emirê dawî di xizmeta gelê xwe da bû, pir caran ewê nivîsê xwe bernamê Radyo Êrîvanê da dixwend raberî civakê dikir.

Hinara Tajdîn, di dema Sovyêtê da, helbestvana yekemîn, ji malbata zargotinzan, metelokzan, mûzîkjen û hûnermenda ye, pewandya bavê wî Tajdîn tevî rewşenbîrên me kurda, gişkara hebûye, ku dîrok û çîrokê netewê ra baş bi nas bû. Dema bernama Radyo Êrîvanê da, Ehmedê Gogê yê nemir bi kêfxweşî dibêje:-Keçek ciwan, helbestvaneke yekemîn di Sovyêtê da walidye.

Cemîla Celîl û Nûra Cewarî, mûzîkzanên yekemîn...

Sîma Semend, nivîskara yekemîn...

Hinara Tajdîn, helbestvana yekemîn...

Hevalên hêja pirtûkên wan jinên çeleng jî pirin û dama Soyêtê da jî hatine çapkirinê.

Helbet jinên me yên xwedî hunera pîroz, piştra rabûn holê û mircanên dilê xwe nîşanî gel kirin.

Ew jinên xizmetkar, ku hîmdarên hunerêne, ji bo me mînakin, nek tenê bi karê xwe, wisa jî bi sekina xwe, û taca serê her kurdekî ne.

Binirxînin, nas bikin cefakêş, xizmetkarên netewa xwe.

Dîrok û çîrok, ked û emek, ku hatye avakirin ser hîmê rastyê, ew nas bikin...

#Seyrana kurd û Kurdistanê, tevî pênûsê ketye pey rastyê.

27.12.2023s.

Gotara xwe dawî dikim bi gotinê birêz Cemîla Celîl.

Քուրդ ժողովրդի պատմոթյունը, մշակույթը, ազգային կեցությունն ի սկզբանե եղել են մեր ընտանիքի՝ Ջալիլների ընտանիքի օդն ու ջուրը։ Ես այդ օդ ու ջրով եմ ապրում։

Dîrok, çand û sekina  gelê Kurd, ji destpêkê da bûye hewa û ava malbata me Celîlan. Ez bi vê hewa yê û avê va dijîm.

Ji ermenî wergerand/Seyrana Celad

XELAT