BIBORE WELAT
Helbest: Siltana Memê
Bibore min, ku dûrim,
Hêşa xelqê, gul-nûrim,
Bindestî yê ne şûrim,
Ne xîretim, bo Welat.
Huba war ne beledim,
Ez ne çeleng ewledim,
Ne çirame, bê findim,
Ne şuhretim, bo Welat.
Xalifîm çol, besta da,
Ro çû ava qesta da,
Ruh buhurî hesta da,
Ne qismetim, bo Welat.
Ne Sîpanê xelatim,
Çi êş û dil şewatim?
Ber bi Weten nehatim,
Ne qîmetim, bo Welat.
Bê maf bûme xalî, toz,
Min ranekir dew û doz,
Bêdengyê ra daye soz,
Çi şîretim? bo Welat.
Ne baxçê xwe bilbilim,
Ne zerê nan similim,
Koça paşim, dukulim,
Bê rûmetim, bo Welat.
25.08.2024
XELAT