DİLO EZ NİKARİM WERİM
Helbestvan: Mehmet Çobanoglu
Rê û newal min re bûn qîr û qetran
Ez mam li nav vê hengamê vê asê
Li hemû rê, bihork, dirb min girtîne
Ez mam li van rojan, rojên li hepsê
Qudum ê min nema, nikarim werim
Min têkoşîn da ser milê xwe, ez bêm
Ev hepis li ev zindan rê nade min
Bixwazim jî ez nikarim li vir bêm
Ez dixwazim werim, zeman berbeste
Dîsa bêbextî ji min re bela ye
Ez dixwazim werim felek rê nade
Derdê dilan û weşîya pela ye
Ser van her destê min de kelemçe ye
Zivistan tevlihev e, rê nemaye
Ez nikarim ji van têlan rizgar bim
Ev zîndan ji min re cîyê xemaye
Xwezî, min derê her zîndanê bişkand
Wek çûkan ez bifirîyam bihatam
Xwezî baran û bahoz tunebûya
Min roj bi hembêz kira ez bihatam
Min têkoşîn xist nav dilê xwe ez bêm
Tunebûna azad î yê ziyan e
Ez girtî yê hepsa reş û tarî me
Kûçik li ser riya min velezîyan e
24.01.2024
Stanbul
XELAT