Hêjmara gurbaniyên şewata Amedê û Mêrdînê derket 12`an

Hêjmara gurbaniyên şewata Amedê û Mêrdînê derket 12`an

Hejmara kesên di şewata di navbera bajarê Amedê û Mêrdînê yên Bakûrê Kurdistanê de derketiye bû 12 kesan bilind bûye.

Li gorî WezaretaTenduristiyê ya Tirkiyê hejmara qurbaniyên di şewata li navçeya Çinarê ya Amedê û devera Şemrexê ya Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dane bû 12 kes. Her weha 78 kes jî birîndar bûne ku birîna 13 kesan giran bûye.

Ji aliyê xwe ve Serokatiya Rêveberiya Pêşxistina Çolterî ya Şaredariya bajarê mezin ya Amedê eşkere kiriye ku şewat li qada 66 kîlometre li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê belav bûye.

Her weha hat diyar kirin ku di şewatê de genim, ceh, nîsk, garis û nok xesarê dîtine û bi hezaran dar şewitî ne û bi sedan pez û dewar jinav çûne.

 

XELAT