Letîf Nêrweyî: Hemû rojên salê ji bo YNK`yiyan roja şehîdane

Letîf Nêrweyî: Hemû rojên salê ji bo YNK`yiyan roja şehîdane

Endamekî Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê sebaret bi roja Şehîdên YNK`ê ragihand: Ti gundek, çiyayek, girek, şikeftek, bostekî deşta Germiyanê û zozanekî vî welatî nemaye ku qehremanên nemirên YNKê peyamên şehîdistanên xwe negihan dibe tune ne.

Endamê Serkirdayetiya YNK`ê Letîf Nêrweyî di gotareke xwe de weha dibêje: Sedemên serekî ji bo destnîşankirina roja şehîdên YNK`ê bo  wê yekê vedigere ku erkê cîbicîkirina merasîmên taybet û hêja bi awayekî dadperwerane li seranserî Herêma Kurdistanê û deverên veqetandî ye ji bo 26 hezar şehîdên nemir ji aliyê organên peywendîdar yên YNK`ê ve bê kirin, çûnkî kenalên ragihandinên nikarin hemû merasîman bi awayekî rasterast pexş bikin bi awayekî eger 26 hezar dabeşî rojên sale bên kirin dibû rojane merasîm bo bîranîna 70 şehîdên nemir bê kirinê.

Letîf Nêrweyî tekez li wê yekê jî dike ku roja 21/11 roja nîşandana wefayê ye bo şehîdan û nûkirina soz û peymanê ye ji bo rewanê paqij yên şehîdan ku em li ser rêbaza wan ya pîroz bişopînin.

 

XELAT