Akademiya Siwêdî nivîskarê Kurd Firat Cewerî xelat dike
Nivîskarê Kurd Firat Cewerî xelata Akademiya Siwêdî bo danasîna kultura Siwêdî ji derve re wergirt.
Akademiya Siwêdî “Svensk Akademien” roja duşem 11/12 /2023`an de li ser malpera xwe aşkere kir û wê xelata xwe ya sala 2023-an de bo danasîna kuktura Siwêdê ji derve pêşkêşî nivîskarê kurd Firat Cewerî û Massimo Ciaravolo yê Îtalî bike.
Akademiya Siwêdî bo Firat Cewerî da zanînin ku ew di sala 1959 -an de li Tirkiye’yê (Kurdistana Bakur) hate vê diniyayê û ew ji sala 1980 î de li Siwêdê niştecî ye. Ew weke nivîskar û wergêr li Siwêdê kar dike.
Akademiya Siwêdî derbarê ked û xebata Firat Cewerî bo danasîna kultura Siwêdî li cihanê belav bibe weha wî binav dike: “ Firat Cewerî wergera gelek berhem ji keda nivîskarên siwêdî weke Hjalmar Söderberg , Edith Södergran, Karine Boye, Pär Lagerkvist, Gunnar Ekelöf Tomas Tranströmer, Astrid Lindgren û Gunilla Bergström Wergera zimanê kurdî kiriye .
Akamdemiya Siwêdî derbarê kar û xebatên edebî yên Firat Cewerî jî berdewam dike “ Firat Cewerî li sala 1992-an de kovara Nûdem -kovareke rewşenbirî , fikirî û tam bi kurdî - heta sala 2002-an de li Siwêdê derxistiye .
Nivîskar û romannivîs Firat Cewerî li ser malpera xwe ya Facebook’ê de şahiya xwe bo wergirtina xelata navborî wilo wesif kir .” Min îro çavê xwe bi vê nûçeyê vekir . Akademiya Swêdê dîsa ez xelat kirime . Di vê hewayê Swêdê ya sar de dilê min germ kirite … “
Akademiya Siwêdî derbarê xelata xwe hindek agahî derxistin holê ku xelat li sala 1992-an de hatiye damizrandin , û xelat jî li ser nivîskarên ku hewl didin bo nasîna edeb û kultura Sîwêdê li cîhanê belav bibe dabeş dike .
Hejayî gotinê ye ku nirxa xelata îsal 80 hezar kronên siwêdî tê kirin.
Hezar pîroz ji nivîskar Firat Cewerî re , ewê navê kurd û Kurdistanê li ser astê Siwêdê û edebiyata wê de bilind kir.
Amadekirin- Abdulqadir Hourî/ Danîmark
XELAT