Keçkeke biçûkê Rojava ji ser xanî kete xwarê

Keçkeke biçûkê Rojava ji ser xanî kete xwarê

Hozan Efrînî wiha dibêje: Zîlana biçûk wêneya xwe ya ku têde serê xwe pêçayiye ji min ra şandiye peyamnêra Facebookê.

Di daxuyaniyeke ji malpera Xelatê re, serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Hozan Efrînî derbarê rewşa keçka penaber a kurd ku ji ser dereceyên xanî de ketiye xwarê û serê wê şikiye û bi çendîn kêlî hatiye dûrîn da zanîn: Her ku min ew wêne dît, min peywendî bi bavê wê birêz (Şivan Osî) re kir, bi rêya Peyamnêr ku ew jî bi pirsgirêkên tendirûstiyê re rû bi rû ye û nikare ji bo dabînkirina debara xwe di van şert û mercên zehmet de bixebite, ew rewşa aloz çi li herêmê bi giştî û penaberên Kurd bi taybetî Rojavaya Kurdistanê hatine holê dijwartir bû ye, û niha jî bi pêwîstiya wî ya dermankirinê li derveyê welat heye.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye wiha pêda çû: Ji min re got ku wêne keça wî ya ciwan Zîlan e ku wêneya wê bi rêya Peyamnêr şandiye, min ew agahdar kir ku wê berpirsê encumenê kak Merwan Mîro dê were tenduristiya wê bipirse û xwedî lê derkeve.

Di wê bare de, Hozan Efrînî wiha got: Ji ber nearamiya tendirustiya min, min nekarîm serdana wan bikim, min yekser peywendî bi bira Merwan Mîro bavê Ciwan berpirsê Encumena Penaberan li Ewal re kir da ku serdana wan bikim û tenduristiya Zîlana biçûk ku ji ser xanî ket û ji serê xwe birîndar bû kontrol bikim.

Di dawiya daxuyaniya xwe ji Xelatê re, Efrînî wiha got; Li vir bi navê min û bi navê hemû zarokên penaberên Kurd û Encumenê em ji gulên Rojavaya Kurdistanê Zîlan Şivan Osê re dibêjin hezar sipas ji xwedê re ji bo aramiya jiyanê wê.

Em jî bi navê stafa Xelatê wiha ji Zêlanê re dibêjin; Em ji Zîlan Şivan Osî re tenduristiyeke baş û aram dixwazin.

Xelat