Termê 11 koçberên Kurd berev Rojava tên şandin

Termê 11 koçberên Kurd berev Rojava tên şandin

Termê 11 koçberan Kurd yên Rojavayê Kurdistanê gihêştine balafirxaneya Beyrût ya Lubnanê û biryare jibo Rojava bêne şandin.

Li gor zanyariyên Rêvebirê Tura Ciyostratîjîk ya Xwendinê (Îbrahîm Kaban) Ew 11 koçber xelkê Herêma Efrîn û Kobanê ne ku li peravên Cezayîrê dema ku dixwastin bi qaçaxî biçin Ewropayê di deryayê de xeniqî ne.

Her weha Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li balafirxaneya Beyrûtê pêşwazî li termê koçberan kir daku bişînin Rojavayê Kurdistanê.

Sekoya Kurmancî