Pêşkêşkarê bernama "Pira Welat" ya Kurdsatnewsê koça dawî kir

Pêşkêşkarê bernama "Pira Welat" ya Kurdsatnewsê koça dawî kir

"Necmedîn Silêman Salaz" pêşkêşkar û amadekarê bernama "Pira Welat" ya kenala Kurdsatnewsê ji ber nexweşiyê cane xwe ji dest da.

"Necmedîn Silêman Salaz" kesayetiyê diyar yê siyasî û rojnamevan û nivîskarê Kurd di sala 1958`an de li bajarê Wanê ya bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji ber siyaseta tirs û stemkariyê yên desthilatên wê demê yên Tirkiyê heta temenê 16 saliya xwe nedizanî ku koka xwe kurde, piştî temenê 16 saliyê tevlî karê siyasetê dibe û piştî kudetaya leşkerî ya sala 1980`an ya Tirkiyê heft salan di zîndana Amedê de tê girtin.

Piştî azadbûna wî ji zîndana Amedê, "Necmedîn Silêman Salaz" demekê bi veşartî karê siyasî dike û di wê demê de 6 pirtûkan dinivîse ku yek ji wan li ser karesata Helebçe nivîsiye û belgefilmekê bi navê (Helebçe Hîwa Nemir) li ser kîmyabarana Helebçe berhem anî bû.

Rûdanên siyasî yên bakûrê Kurdistanê "Necmedîn Silêman Salaz" neçar kir ku di sala 2011`an de berê xwe bide Herêma Kurdistanê û li Herêmê karê xwe yê nivisînê û rojnamegeriyê bidomîne û piştî sala 2014`an bû pêşkêşkar û amadekarê bernameya "Pira Welat" û li kenala asmanî ya Kurdsatnewsê dest bi kar kir û heta dawiya temenê xwe wekî karmendekî bi wefa û dilsoz ma.

 Bi navê stafê (Xelata Kurmanca) em serxweşiya kenala Kurdsat news û kesûkar û heval û dostên (Necmedîn Salaz) dikin û ji xwedayê mezin dixwazin ku cihê xwedê jê razî bihuşta perîn be.

XELAT